HAMAS: Tesîra birçîbûn û felaketa mirovî ya li Xezzeyê her ku diçe zêde dibe

HAMAS derbarê rewşa dawî ya li Xazzeyê û qetlîamên ku tên kirin de daxuyanîyekê belav kir.

HAMAS: Tesîra birçîbûn û felaketa mirovî ya li Xezzeyê her ku diçe zêde dibe

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de bang li sazîyên navneteweyî hat kirin da ku demildest mudaxele li rejîma siyonist bê kirin da ku dawî li vê qirkirin û qetlîama ku tê kirin bê anîn û dûre wiha li daxuyanîyê hat zêdekirin: “Li Şerîda Xazzeyê şerê birçîhiştina zarok, pîrek û bi milyonan sîwîlan bê navber berdewam dike. Tesîra birçîbûn û felaketa mirovî ya li Xezzeyê her ku diçe zêde dibe. Hikûmeta îşxalker a Nazîst Xazzeyê bi temametî dorpêç kiriye û li hember sîwîlên masûm gavên herî hovane davêje. Lazim e demildest mudaxele li rejîma îşxalker bê kirin da ku dawî li vê qetlîam û qirkirinê bê anîn.”