Îşxalkerên ku di qadê de winda kirin, di maseyê de jî şertên HAMASê qebûl kirin

HAMASê ragihand ku bi hewldanên navbeynkaran pirsgirêkên di peymana agirbestê de hatine çareserkirin û pêvajoya pevguhertina girtiyan wê pêş bikeve.

Îşxalkerên ku di qadê de winda kirin, di maseyê de jî şertên HAMASê qebûl kirin

HAMASê ragihand ku kêşeyên ku ji ber cîbicîkirina xalên peymana agirbestê ji aliyê siyonîstên îşxalker ve derketin bi saya hewildanên navbeynkaran hatin çareserkirin.

Di daxuyaniya nivîskî ya ku ji teref HAMASê ve hat dayîn de wiha hat gotin: "Astengiyên ku ji ber ku îsraîl şertên peymana agirbestê bi cih neaniye, îro danê sibê bi hewldanên giranbuha yên navbeynkaran ji holê hatin rakirin."

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku armanca pevguhertina girtiyan a neteweyî ye û wiha hat gotin: "Lîsteyên kesên ku di qonaxa yekem a peymana pevguhertina girtiyan de bên berdan, wê li gorî qonax û rêbazan bi rêya Buroya Girtiyan bên weşandin."

Peymana ku wê ji 19ê Çileyê roja Yekşemê ve bikeve meriyetê ji sê qonaxan pêk tê. Tê plankirin ku di 42 rojên destpêkê de 33 girtiyên îşxalker bên berdan.