Netenyahuyê qirker teklîfa agirbestê ya Misirê red kir
Serokweîzrê qaşo yê rejîma îşxalker Binyamîn Netenyahu, teklîfa agirbestê ya “2 rojan” a ji teref Serokkomarê Misirê Abdulfettah Sîsî ve hatîye pêşnîyazkirin red kir.
Medyaya rejîma sîyonîst îddîa kir ku Netenyahû, agirbesta 2 rojan a ku ji teref Serokkomarê Misirê Sîsî ve hatibû teklîfkirin, red kiriye.
Li gor îddîayê, digel gelek wezîrên rejîma sîyonîst destek danin vê teklîfê jî, Netanyahû vê teklîfa Misirê ya agirbesta demkî red kirîye.
Hat îfadekirin, digel Netenyahû wezîrê aborî ya rejima sîyonîst a şirikê hukumata îşxalê ye jî ev teklîf red kiriye.
Hat îfadekirin, Netenyahû gotîye, bila hem êrîş dewam bikin hem jî hevdîtinên agirbestê dest pê bikin.
Di xeberan de hate îfadekirin, şaxa ewlehî ya rejîma sîyonîst digel Netenyahû destekên xwe dane vê teklîfê.
Serokkomarê Misirê Sîsî gotibû, ji bo 4 esîrên rejîma sîyonîst û hinek esîrên Filistînê serbest bên berdan teklîfa agirbestê kiribû. Sîsî weha gotibû, “Di nav rojên pêş de ji bo 10 rojan agirbesta demkî û paşê bibe agirbesta mayînde wê muzakere bên destpêkirin.”
Herçiqas ev hewldanên agirbestê ji bo daketina rageşiyê tên kirin jî, redkirina teklîfê ji teref Netenyahû ve îşaret dike ku wê qirkirin û krîza însanî li ser axên Filistînê dewam bike.