Mele Muhammed Özer: Hemû kes Şêx Seîd nas dike lê kesên ku heqeretê dikin ji kê ne nayên zanîn

Mele Ozerê Sekreterê Giştî yê ÎTTÎHADUL ULEMAyê, rexne li heqareta Ûmît Ozdaxê Serokê Partîya Zaferê a der barê Şêx Seîd de kir û got ku hemû kes Şêx Seîd nas dike lê kesên ku heqeretê dikin ji kê derê tênê naynê zanîn.

Ûmît Ozdaxê Serokê Giştî yê Partîya Zaferê di ser hîsabê xwe yê medyaya civakî de derheqê Şêx Seîd de heqaret kiribû û weha gotibû, "Rehmetîyê Serdar Mîkaîlê kalê min kuçikê Şêx Seîdê ku ewakî gotîye ji bona ku daleqîne birîbû Dîyarbekirê..."

Ev heqareta Ûmît Ozdax di serî de ji teref bikarhênerên medyaya civakî ve bertek hat nîşandan û Mele Muhammed Ozerê Sekreterê Giştî yê ÎTTÎHADUL ULEMAyê jî derheqê Ûmît Ozdax de bertekên xwe anît ziman û bal kişand ku kesên wek hayê vîya di bin kontrola rojavayê de ne û ji bona wan dişxulin.

Ozer di axavtina xwe de bal kişand ku Şêx Seîd wek ku alim bû ew yekî mucahîd jî bû û axavtina xwe weha domand, "Şêx Seîd Efendî (Rehma Xwedê li ser wî be) alimek bû û di dema avakirina Komarîyê de ji ber sedema rakirina xelîfetîya Îslamê û ji bona ku hakimkirina dînê Îslamê ji xwe re kiribû armanc qîyam kiribû, di vê rê de jî cîhadê kir û şehîd ket."

"Faşîstên nîjadperest, ji ber ku Şêx Seîd kurmanc bû û li hember rojavayê micadeleyê dikir ji wî re kînê girêdabûn"

Ozer di axavtina xwe de bi bîr anît ku Şêx Seîd Efendî û şêxên bi wî re jî di nav civakê de qîmetdar û şexsîyetên hêja bûn, "Bi rastî jî Misilmanên îro rêya wî teqîp dikin. Hinek sîyasetmedarên bi gotin ên ku xeyn ji heqeretkirinê û xeberdanê tiştek nizanin, bi fikrên xwe yên nîjadperest û faşîzan heqaretê dikin û ji Şêx Seîd re jî ji ber ku ew Kurmanc bû û li hember Îngîlîzan û rojavayê micadeleyê kiribû kînê ji wî re girêdane."

Ozer di axavtina xwe de bal kişand ku ew heqaretên ku ji Şêx Seîd Efendî re hatine kirin qebûl nakin û got ku gerek Ozdax ji malbata Şêx Seîd û kesên ku ji wî hezdikin re lê borînê bike.

Ozer, di axavtina xwe de qala Ozdax kir û weha got:

"Şêx Seîd, şexsîyetekî ku bi kalikên xwe li herêmê tê naskirin e, çîmkî ew mirovê ev herêmê ye. Ez bi şexsê xwe wî kesê ku Şêx Seîd ji ber ku bi tenê Kurmanc e û nasnameyê wî yê Îslamîyê heye heqaretê lê dike ji ku derê hatîye nizanim. Kesên ku meraqê dikin bila ji xwe re lêgerîn bikin. Li gorî texmîna min ev şexis kesekî yê ku di bin kontrola rojavayê de dixebite ye. Çîmkî ew ê ku ji me re kîndar e rojava ye. Ew şexis jî înşaallah ji vê xelata xwe vegere."

ÎLKHA