Yapicioglu: Azadîya ziman ew ê vê welatê paşve nebe, bileqs wê bighînê selametê
Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu got, “Azadîya ziman, çeşîdbûna zimanê, ew ê vê welatê paşve nebe; bileqs, ew ê hîsa aîdîyetê qewettir bike û me bighêjîne selametê.” Û ji bo perwerdehîya zimanê dayîkê bang kir ku bila di warê makeqanûn û qanûnê de rastkirin were çêkirin.
Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu, di panela “Zimanê Xwe yê Dayîkê Hildibijêrim” ku ji teref Serokatîya Karên Perwerdehî ya partîya wî ve li Zeytînbûrnûya Stenbolê hat tertîpkirin de axivî.
Yapicioglu, bibîr xist ku pirsgirêka ziman jî wek pirsgirêkên dinê ji teref fêhma dewleta netewî û sebeba nîjadperestîya Rojavayê ve derketîye holê, sekina li cem qedexekirina zimanê ne sekineke netewî ye.
Yapicioglu ji axavtina xwe re bi ayetên Rum 22, “Ji nîşanên (qudreta) Xwedê ye ku erd û asîman afirandine, zimanên we û rengên we ji hev cuda çêkirine. Bêguman di vê de ji bo mirovên zana ders û îbret hene.” û Hucurat 13, “Gelî mirovan! Bêguman me hûn ji mêrekî û jinekê afirandine û me hûn kirine qewm û qebîle da ku hûn (maf û hiqûqê) hev nas bikin. Bêguman li cem Xwedê yê herî birûmet ew ê ku bi pêkanîna heq û mafan xwe bêhtir diparêze.” dest pê kir û got, “Îslam, medenîyetekî ku gelên ku ziman û rengên wan cuda ne dicivin e. Terîmên Îslamî, wek terîmên ummetê nuqteyên çarrêyên medenîyetê ya di zimanê de ye. Terîm jî li gorî qewman vediguhere. Ziman, terîm û peyvikan di temamî de bi hev re wek zimanê ummetê hebûnekî dibîne. Zimanê wan qewmên ku ne Misilman in lê bi tevî Misilmanan di heman erdnigarîyê de dijîn jî ji ayetên Xwedê ne. Zimanê wan jî birêzdar in; divê ne ji bo qedexekirinê, ji bo parastin û pêşveçûnê ortamekî bê sazkirin.”
“Medreseyên me, bi sedsalan e bi zimanê Kurdî dersan dane û di heman demê de Kurdî pêşve birine”
Yapicioglu dûre weha berdewam kir, “Dema ku Medenîyeta Îslamê di dewra Hezretî Omer de ji qewmên cuda wek Faris û Kurdan re belav bûye, ji bona ku van zimanan pêşve biçin ortam hatine amadekirin. Bi rastî jî zimanekî wek zimanê Kurdî berîya Îslamîyetê eserên wî yên niviskî tinebûn û mehrûm hatibûn hiştin, lê bi tevî Îslamîyetê bûye wek zimanekî zimanê edebîyatê û ji vê zimanê jî ustadên mezin ên wek Melayê Bateyî, Melayê Cezerî, Feqîyê Teyran, Ahmedî Xanî, Şex Abdurrahmanê Aktepî, Seyyîd Alîyê Findikî, Seyyîd Qedrîyê Cezerî hatine derketine holê û eserên muazzam nivîsandine. Medreseyên me, bi sedsalan e bi zimanê Kurdî dersan dane û di heman demê de Kurdî pêşve birine. Mewlûdên ku hatine nivîsandin di nav malên me de bi Kurdî hatine xwendin, waîzên me nesîhetên xwe bi zimanê Kurdî kirine.”
“Qedexekirina zimanê, zextekî ku yekîtîya me xera dike ye”
Yapicioglu ku îfade kir “Qedexekirina zimanê, qedexeyekî wek gelek pirsgirêkên dinê ji teref fêhma dewleta netewî û sebeba nîjadperestîya Rojavayê ve derketîye holê.” Û dûre weha berdewam kir:
“Qedexekirina zimanê, yek ji kahnîya belayê ku şaristanîya Rojavayê ji me re kirîye mecbûr e. Yên ku van qedexeyan ji me re dane ferz û mecbûrkirin ne dostên me ne; ên ku ne li alîyê yekîtî, hevkarî û qewetbûnîya me ne. Ên ku dixwazin dînamîtê bikin binê bingeha yekîtîya me ne. Ên ku dixwazin û dixebitin em belav bibin, parçe parçe bibin û qeweta xwe winda bikin in. Bi rastî di warê belavbûna fikir û çalakîyên parçebûnî û cudabûnîyê de tesîra qedexekirina zimanê heye. Ji ber vê yekê, qedexekirina ziman, weka ku hinekan zen dikin garantîya yekîtîya me ye û ev jî tetbîqekî netewî ye bila zanibin ku ne wisa ye; bileqs zextekî ku yekîtîya me xera dike ye. Em ji meseleyê re ewakî dinêrin û baş dizanin ku em rast dinêrin. Divê hay jê bê kirin ku alîbûna ji qedexekirina ziman re ne sekinekî netewî ye. Lê di warê dawîkirina wan zordarî û zextên ku ji serê sedsalê li dijî vê gelê ezîz hatîye destpêkirin de, mixabin hêna jî di zemîna sîyasî de cesaretekî netewî nehatîye çêkirin. Doh, yên ku bi zordarîyê dane qebûlkirin, bi zemanê bûye wek fikrekî ku bi zorê hatîye kirin û zêhnîyetekî ku bi zorê hatîye qebûlkirin. Ev jî bûye sedema pêşvebirina polîtîqayên xwedîderketina tetbîqet û muameleyên ku ji xûşk û biratîya me re zerarê didin.
“Azadîya ziman, çeşîdbûna zimanê, ew ê vê welatê paşve nebe; bileqs, ew ê hîsa aîdîyetê qewettir bike û me bighêjîne selametê”
Yapicioglu di dawîya axavtina xwe de weha bal kişand ku Tirkîye, di dema ku xwe nû dike û ji zextên derve re meydanê dixwe de ew ê nikaribe zordarîyên li ber qedexekirina zimanê bidomîne û herî dawîn jî weha got:
“Azadî, îstîqlala welat a li hember derve, ji azadîya gel serbixwetir nîne. Welatekî azad, bawerîya gelê xwe dike û herêmên wî yên azadîyê di zemîna mafên wî yên bingeh û maslahatan de firehtir dike. Di nav gelê vî welatî ku bi zimanên cuda diaxivin de pirsgirêkek tineye. Di warê qedexekirina ziman de ti daxwazîyekî vî gelî jî tineye. Bileqs, gelê ezîz ya vî welatî, alîgirê mafê ku ji wan re tê dayîn ji xûşk û birayên wî re jî bên dayîn in. Werin em bi hev re dest bidin hev, mil bidin hev û ji qedexeyên di vî warî de re dawîyê bidin. Dema ku em tabiî medenîyeta Îslamî bûne em mezin bûne, qewettir bûne û me rê girîye; dema ku em ji wî dûr ketine jî em ziîf ketin, rawestîyan û paşve çûn. Azadîya ziman, çeşîdbûna zimanê, ew ê vê welatê paşve nebe; bileqs, ew ê hîsa aîdîyetê qewettir bike û me bighêjîne selametê. Lazimatîya me hemûyan ji hizûr û selametê re heye. Em hemû kesên ku dilê wan ji bo başîtîya vî welatî lêdikevin bang dikin ku werin em hemû astengîyên qanûnî û fermî yên li ber azadîya ziman rakin, ji bo azadîya ziman banga çêkirin û sazkirina rastkirinên qanûnî û fermî dikin. Em wisa bawer dikin ku yên ku îcabetê vî dawetî bikin, ew ê ji bo başîtî û hizûra vî welatê karekî baş bikin û ew ê ji teref neslên pêş ve jî bi başîtîyê bêne yadkirin.” (ÎLKHA)