ÎTTÎHADUL ULEMA ji bo Fetîh Şerîf Ebû Emîn peyama şînê belav kir

Yekîtîya Aliman û Medreseyan (ÎTTÎHADUL ULEMA), ji ber şehadeta Fetîh  Şerîf Ebû’l Emîn ku yek ji serokê HAMASê ye û li Libnanê bi tevî malbata xwe şehîd ketîye şîna xwe pêşkêşî kir.

ÎTTÎHADUL ULEMA ji bo Fetîh Şerîf Ebû Emîn peyama şînê belav kir

Alîkarê Serokê Giştî yê ÎTTÎHADUL ULEMAyê Suat Yaşasin, telefonê Xalid Meşal kir û ji HAMASê re şîna xwe teqdîm kir.

Xalid Meşal di telefonê de axivî û îfade kir ku rewşa serokên dinê baş in û ji Yaşasin re teşekur kir.

Yaşasin telefonî rayedarên Cemaetî Îslamî ya li Libnanê jî kir û derheqê xeberên şehadeta serokên wan de agahîyan ji wan stand û ji bo şehîdên wan şîna xwe pêşkêşî kir.

Yaşasin destnîşan kir ku rayedarên Cemaetî Îslamî teşekuran kirine û xeberê derewandine ku Muhammed Takuş di heyatê de ye.