Li Hîndistanê di Festîvala Kumbh Mela de îzdîham: 15 mirî, gelek birîndar

Di Festîvala Kumbh Mela ya ku li bajara Prayagraj ê Hindistanê hat lidarxistin de îzdîham pêk hat. Li gorî agahiyên destpêkê 15 kes mirin û gelek kes jî birîndar bûn.

Li Hîndistanê di Festîvala Kumbh Mela de îzdîham: 15 mirî, gelek birîndar

Di Festîvala Kumbh Mela ya ku 12 salan carekê li Prayagraj ê Hindistanê tê lidarxistin û bi milyonan kes beşdar dibin de îzdîhamek mezin rû da. Li gorî agahiyên destpêkê 15 kes mirin û gelek kes jî birîndar bûn.

Dema ku birîndar rakirin nexweşxaneyê, rayedaran diyar kirin ku dibe ku hejmara mirî û birîndaran zêde bibe.  Hate diyarkirin ku di encama îzdîhamê de astengîyên ewlehîyê derbas bûne pêk hatîye. Rayedaran der barê bûyerê de tehqîqat da destpêkirin.

Kumbh Mela li kombûna çemên Ganges, Yamuna û mîtolojîkî Sarasvati, ku ji hêla Hinduyan ve pîroz têne hesibandin, pêk tê. Bi mîlyonan mirov bawer dikin ku ew ji gunehên xwe paqij dibin bi serşokê di van avê de. (ÎLKHA)