Ji HUDA PARê ji bo Şêx Seîd pêşniyazpirs

Wekîlê Serokê Giştî yê HUDA PARê Şahzade Demîr, ji bo qebra Şêx Seîd bê eşkerekirin, bi taleba cewapdayînê ji Cevdet Yilmazê ku Alîkarê Serokcûmhûr e pirsî. Demîr got, Şêx Seîd ne bi dewletê re, bi zîhnîyeta Îttîhat û Teraqîyê re mucadele kiriye û nerazîbûnên xwe nîşan da.

Ji HUDA PARê ji bo Şêx Seîd pêşniyazpirs

Wekîlê Serokê Giştî yê HUDA PARê û Parlementerê Entebê Şahzade Demîr, ji bo qebrê Şêx Seîd bê eşkerekirin û li hember îftîra û sûçdarkirinan ket nav tevger û hereketê.

Demîr di vê çarçoveyê de pêşniyazpirs Alîkarê Serokomar Cevdet Yilmaz, da kû bersivê bide.

Demîr got, Şêx Seîd û havalên wî ji teref mahkemeyên îstîqlal şarqê ve yên wesfê wan ên huqûqî tunene hatine îdamkirin. Demîr di berdewamiya axaftina xwe de got, Şêx Seîd ne li hember dewletê, li hember zîhnîyeta îttîhat û Teraqiyê mucadele kiriye û nerazîbûn nîşanê sûçdarkirina Şêx Seîd da.

“Sûcdarkirina Şêx Seîd bi xiyanetê neheqiyek li dîrok û nirxên me ye”

Demîr anî ziman ku ev mijar ji bo malbat û gel dibe sedema nerehetiyeke mezin û wiha got:

“Alimê mezin ê îslamê Şêx Seîd ji bo kurdan û xelkê Misilman ên li Tirkiyeyê dijîn şehsiyetek muhîm e. Ji bo parastina Îslamê û maf û qanûnên xelkê Misliman ne li dijî dewletê, li dijî zihniyeta Îttîhad û Teraqîyê şer kir. Li dijî polîtîkayên redkirin, înkar û asîmîlasyonê yên vê zîhniyeta ku li dijî bawerî û nirxên civakê mucadele da, kesên ku ev mucadele dan, weke xayin sûcdar kirin, ev sûçdarkirin neheqîyek ku li dîrok û nirxên me hatiye kirin.”

Demîr di berdewamiya beyana xwe de got, eşkerekirina qebrê Şêx Seîd ji bo tesîskirina aşitî û sulha civakê wê bibe gavek muhîm. Demîr wiha dewam kir, “Divê ji bo xeletî û şaştiyên ku beriya niha hatine avêtin bên qebûlkirin. Ger ev şaştiyan bên qebûlkirin wê ji bo tesîskirna biratiyê gavek muhîm be. Ger ev gavan bên avêtin wê ji bo destpêkek nû gavek muhîm be.”

Demîr bi niviskî ev pirsan ji alîkarê serokomar cevdet yilmaz kir:

“Gelo ji bo tespîtkirana qebrên Şêx Seîd û hevalên wî û eşkerekirina wan ji raya giştî re xebatek tê kirin yan na? Ger ev xebat hebe, ev lêkolîn di kîjan merhale û qonaxê de ne? Belgeyên di arşîvên dewletê û saziyên têkildar de wê kengê di vê mijarê de bi xelkê re bên parvekirin? Sebebên veşîrtina gebrên şêx seîd û havalên wî çine?

Gelo xebatek heye ku xelk bi awayekî rast derbarê Şêx Seîd û qiyama wî de agahdar bike? Di vî warî de polîtîkayeke çawa ya agahdarî û zelaliyê tê şopandin?  Gelo ji bo îtibara Şêx Seîd û hevalên wî ji nû ve bê dayin, parastina îtîbaran wan, devjêberdana sûcdarkirina wan a bi xiyanetê û navên wan li hin saziyên dewletê bê dayin xebatek heye yan na?”