Sazîyên civakî ji bo “Roja Quds a Cîhanê” dawetî bernameyan kir
Weqfa Evîndarên Pêxember û Platforma Qudsa Azad, di çarçoveya “Roja Quds a Cîhanê” ku 28ê Adarê roja Înê de ye ji bo azadîya Qudsê bang li hemû gelan kirin ku beşdarî bernameyan bibin.

Platforma Qudsa Azad û Weqfa Evîndarên Pêxember bi minasebeta “Roja Quds a Cîhanê” daxuyanîyek belav kir.
Serokê Giştî yê Weqfa Evîndarên Pêxember Mele Beşîr Şimşek, di daxuyanîya ku da de, îfade kir ku ew bi wesîleya vê roja bimanedar, ji bona ku ji cîhanê re bikin qîrînî ku Quds ne tenê ye û bi armanca destekdayîna ji Misilmanên Filistînê re bang li hemû gelan dikin ku bila werin cem hev.
“Ê ku xwedî li doza Qudsê derkeve ew ê xwedî îzzet be”
Şîmşek destnîşan kir ku Quds bajara sêyemîn a bajara pîroz a Îslamê ye, “Quds, bajarekî ku ji Qîble me ya ewil Mescîdî Eqsayê yê re mazûvanîyê dike û derdorê wî ji teref Xwedê ve wek axên pîroz hatîye îlankirin e. Ew der axên Mîraca ku Pêxember ji li wê derê çûye asîman e. Doza Qudsê doza azadîya ummetê ye. Ê ku xwedê li doza Qudsê derkeve ew ê xwedî îzzet be. Xwedîderketina vê dozê û azadîya Qudsê wezîfeya me hemûyan e. Cîh girtina di vê micadeleyê de ji bo me şerefek e.”
“Micadeleya me bawerîya şînbûna hêvî û edaletê ya sibe ye”
Şîmşek ragihand ku parastina Quds û Mescîdî Eqsayê, tenê meseleyekî herêmî nîne, meseleya wijdana hemû însanîyetê ye, “Micadeleya me ne tenê bidengkirina êş û janan e; di heman demê de li hember rojên tarî, bawerîya şînbûna hêvî û edaletê ya sibe ye. Her nimêjek, her duayek, ji bo dawîbûna zilmê û gihaştina azadîyê ya Quds û Mescîdî Eqsayê mizgînîyek e.”
“Barê ku li ser milê me leşkerên îmanê dikeve destekdayîna maddî û menewî yê ji vê dozê re ye”
Şîmşek îfade kir ku “Her çiqas dilê me mehzûn û di dilên me de êş û jan hebe jî Misilmanên Filistînê bi ezm û eşqa Selaheddîn, ji bo dawîbûna esareta Quds û Mescîdî Eqsayê hemû fedekarîyan nîşan didin û berdêlan didin.” Dûre weha lê zêde kir, “Barê ku li ser milê me leşkerên îmanê dikeve destekdayîna maddî û menewî yê ji vê dozê re ye. Ji van destekan yek jî ev e ku divê em Qudsê ji rojevê nexînin û xwedî li vê dozê derkevin. Ji bon vêya jî Misilmanên cîhanê, îna dawîn a meha Remezanê wek Roja Qudsê pîroz dikin, û bi vê wesîleyê feryad û qîrîna azadîya Qudsê ji cîhanê re didin bihîstandin.”
Şîmşek di berdewama axavtina xwe de îfade kir ku divê em di her warî de ji xûşk û birayên xwe yên Filistînê re destekê bidin.
“Em ê bikin qîrînî ku Quds ne tenê ye û em ê tu dem Qudsê tenê nehêlin”
Şîmşek di dawîya axavtina xwe de hemû gelan dawetî bernameyên “Roja Quds a Cîhanê” ku li çar alîyê Tirkîyeyê bêne tertîpkirin kir:
“Bi îzna Xwedê em ê wek Evîndarên Pêxember û Platforma Azadîya Qudsê di 28ê Adarê roja Înê de, bi tevî ummeta Îslamê Roja Qudsê pîroz bikin. Ew ê li gelek bajaran xûşk û birayên me yên Evîndarên Pêxember, bi tevî gelê Misilman dakevin meydanan, û bikin qîrînî ku Quds ne tenê ye û ew ê tu dem Qudsê tenê nehêlin. Ew ê dilê me ji bo Qudsê bavêje û ji devê me jî Quds derkeve.
Daxwazîya me ya ji Rebbê me ev e ku; bila di demeke kurt de Quds bighêje azadîyê, zalim jî bila aqûbeta ku heq dikin bibînin û axên Filistînê ji nû ve bighêje edalet û hizûrê. Bi van wesîleyan em hemû gelê xwe dawetî bernameyan dikin.”