Serokê Sûrîyeyê Şera û Mahmûd Abbas li Şamê civîyan
Serokkomarê Sûrîyeyê Ehmed Şera li Koşka Gel a Şamê bi Mahmûd Abbas re hevdîtin kir.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Filistînê WAFAyê, di hevdîtinê de xurtkirina peywendîyên dualî yên navbera Filistîn û Sûrîyeyê û geşedanên navçe hatin gotûbêjkirin.
Mahmûd Abbas der barê têkiliyên dîplomatîk ên ji bo rawestandina êrîşên li dijî gelê Filistînê û bidawîkirina krîza însanî însan ya li Xezzeyê hatin kirin de agahî da.
Abbas bal kişande ser vê yekê ku armancên wan ên sereke garantîkirina agirbesta bilez li Xezzeyê, gihandina alîkarîyên însanî û pizîşkî ji bo navçê û misogerkirina derketina tam a rêjîma sîyonîst e. Her wiha diyar kir ku divê dewleta Filistînê li Xezzeyê hem berpirsiyariyên sîvîl û hem jî yên ewlehîyê bigire ser xwe.
Di dawiya hevdîtinê de biryar hat dayîn ku komîsyonên hevbeş ji bo pêşxistina hevkariyên di navbera her du welatan de di warên cuda de werin avakirin. Her wiha li ser berdewamkirina şêwirên li ser mijarên sîyasî, dîplomatîk û herêmî hat qebûlkirin.
Ji teref Filistînê ve Sekreterê Komîteya Rêveber a Rêxistina Rizgariya Filistînê Huseyîn El-Şêx, Şêwirmendê Serokkomarîyê Mecdî El-Xalidî, Endamê Komîteya Rêveber a Rêxistina Rizgariya Filistînê Ehmed Mejdelanî, Balyozê Şamê Semîr Rifaî, Yasir Ebasî şêwirmendê hiqûqî yê li Şamê jî amade bûn.