Li Xezzeyê hejmara şehîdan derket 48 hezar û 397 kesan
Di êrîşa rejima îşxalker a li dijî Xezzeyê ya ku di 7ê Cotmehê de dest pê kiribû de hejmara şehîdan derket 48 hezar û 397 kesan û 111 hezar û 824 kes jî birîndar bûn.

Wezareta Tenduristîyê yê Xezzeyê bi daxuyanîya ku belav kir got ku di encama êrîşên 48 seatên dawî de neaşên 9 şehîdên din jî hatine dîtin ku bi vê hejmara dawî hejmara kesên ku li Xezzeyê şehîd ketin derket 48 hezar û 397 kesan.
Di 19ê Kanûna 2025an de di encama rêkeftina di navbera HAMAS û rejîma îşxalker de agirbest hatibû îmzekirin.
Piştî agirbestê cenazeyên gelek şehîdan di bin avahiyên hilweşiyayî de û li kolanên ku ji ber êrîşan nehatin dîtin, hatin dîtin.
Her wiha ji ber bermahiyên rejîma îşxalker a sîyonîst teqîn çêdibin û dibine sedema birîndar û şehîdbûna Filistînîyan.
Di 24 saetên dawî de bi giştî 9 cenazeyên şehîdan rakirin nexweşxaneyan.
Ji meha Cotmehê heta niha di êrîşa rejima îşxalker a li dijî Xezzeyê de 48 hezar û 397 kes şehîd bûn û 111 hezar û 824 kes jî birîndar bûn.