Li Stenbolê di meşa “Jîyan Bi Nimêjê Xweş e” de ji bo Fîlîstînê peyama desteka

Fînala bernameya ku her sal ji teref Platforma Nesla Quranê ve bi şiyara "Jiyan Bi Nimêjê Xweş e" tê tertîpkirin û perwerdeya nimêjê dide gelek zarokan bi meşekê bi dawî bû. Di meşa ku bi sedan zarok bi malbatên xwe re beşdar bûn de peyamên piştgiriyê yên ji bo Filistînê hatin dayîn.

Li Stenbolê di meşa “Jîyan Bi Nimêjê Xweş e” de ji bo Fîlîstînê peyama desteka

Mijara îsal a bernameya "Jiyan bi Nimêjê Xweş e" ya ku her sal bi hezaran zarok perwerdehiya nimêjê û her wiha perwerdehiya dînî distînin bi perwerdeyên ku li gelek bajaran têne lidarxistin, wek "Nimêj Wê Li Eqsaya Azad Ew ê Xweştir Bibe" hat hilbijartin.

Bi sedan zarokên ku li navçeyên cuda yên Stenbolê perwerdehîya nimêjê standin, di fînala bernameyê de hatin cem hev û meşek li dar xistin, di meşê de ji bo Fîlîstînê jî destek hat dayîn.

Meşa ku ji teref Evîndarên Pêxember û Platforma Nesla Quranê ve hat organîzekirin, piştî nimêja esrê li Camîya Hezretî Ebûbekirê ya li Bagcilarê hat destpêkirin.

Zarokên ku dimeşîyan û di destê wan de pankartên ku li ser ayet û hedîsên derheqê nimêjê de hene dihat nivîsandin bar dikirin, tim û tim ji bo Fîlîstîn û Xezzeyê siloganan diavêtin. Meşa ku hat kirin di Meydana Bagcilarê de dawî bû.

Piştî meşê li Meydana Bagcilarê li Mizgefta Navendî bername hat lidarxistin.

Abdûsselam Yaçin di bernameya ku bi tîlaweta Quranê dest pê kir de axavtinek kir û bal kişand ser girîngiya nimêjê û spasiya zarok û malbatên wan ên beşdarî bernameyê bûn kir.

Bername bi hedîs, ayet û helbestên ku ji teref keçan ve hatin xwendin berdewam kir, ji teref xortan ve azan hat xwendin û piştî îqameyê bi cemaetê nimêj hat kirin.

Bername bi dua û duayan bi dawî bû.