Berdevkê HUDA PARê Ramanli: Li ser êş û janan menfeetên sîyasî têne bidestxistin

Berdevkê HUDA PARê Serkan Ramanli, derheqê kampanyayên reşkirinê ya li ser meseleya Narîn Guran ji partîya wan re tê kirin de axivî û weha got, “Ev, li ser êş û janan bidestxistina menfeeta sîyasî ye. Wek bi îfadeya Ûstad Bedîuzzeman ‘sîyasetkirina li ser menfeetê ye’ ku ev tişt jî li gorî me wehşetî û barbarî ye.”

Berdevkê HUDA PARê Ramanli: Li ser êş û janan menfeetên sîyasî têne bidestxistin

Berdevkê HUDA PARê Serkan Ramanli, ji portaleke xeberê re, derheqê kampanyayên reşkirinê ya li ser meseleya Narîn Guran ji partîya wan re tê kirin de axivî.

Ramanli îfade kir ku ew ji ber mirina Narîn gelek êş û janekî dijîn û dixwazin ku bi lez û bez qatil an jî qatilên wê bêne dîtin, Ramanli bibîrxist ku partîya wan HUDA PARê jî wek partîyên sîyasî yên dinê û STKyan roja ewil çûne gund û malbatê zîyaret kirine.

Ramanli pirsa ku gelo malbata Narîn ji HUDA PARê ye an jî ne ji HUDA PARê ye re bersivê da û weha got, “Endamtîya malbatê ya ji HUDA PARê re tineye. Li wî gundê mirovekî jî ku endamê HUDA PARê be tineye. Di serî de partîya DEMê û gelek partîyên sîyasî kampanyayeke ku bûyerê an jî malbatê bi partîya me re didan eleqedar dabûn meşandin, hêna jî wê kampanyayê dimeşînin. Li gorî sîyasetê ev tişt tê vê maneyê ku bûyer tê îstîsmarkirin. Tê vê maneyê ku li ser êş û janan menfeetên sîyasî tê xwestin ku bê bidestxistin. Wek bi îfadeya Ûstad Bedîuzzeman ‘sîyasetkirina li ser menfeetê ye’ ku ev tişt jî li gorî me wehşetî û barbarî ye.”

“Meseleya endamtîya malbatê ya bi partîya me re ne rast e. Partîya me di wê gundê de li gorî pileya dengdayînê ne partîyekî biqewet e.”

Ramanli di berdewama axavtina xwe de weha got, “Dibe ku faîl, sûcdar, meqtul, mesum, mexdur ji her alîyê be. Yanê mirovekî ku ji HUDA PARê be nayê vê maneyê ku ew mirov bêgineh, bêsûc û bêxeta ye. Fikra sîyasî, fêhm, dîn, ziman û eslê mirovekî eşkereker nabe çîmkî hemû kes li gorî xwe fikrekî wî heye. Xerabî dibe ku ji her alîyê derkeve, başîtî ji her derê heye. Ji ber vê yekê di alîyekî de xwestin ku derewan bikin lê ev mesele di destê wan de ma. Çîmkî tu eleqeyeke wê malbatê bi partîya me re tineye. Endamtîya wê malbatê ya bi partîya me re tineye. Partîya me di wê gundê de li gorî pileya dengdayînê ne partîyekî biqewet e. Mixabin ev mesele derewên wan kesên ku bi alîyê gemarîya sîyasetê emel dikin e.”

“Em hîn bûne ku çapemenîya ku bi tevî sîyasetmedaran fealîyetan dikin gotinan bi qestî li gorî xwe şîrove dikin û kaşê hinek alîyan dikin”

Ramanli li ser pirsa ku hat pirsîn gotinên Endamê GÎKê yê HUDA PARê Vedat Turgut ya li ber Sazîya Tip a Edlî ya Dîyarbekirê gotibû ji teref hinek kesan ve bi bertekî hatibû pêşwazîkirin re çi dibêjin re jî weha bersivê da:

“Em însanên bawermend in. Em însanên ku bi hezar salan bi ava Îslamê hatine avdan in. Dînê me ji me re emir dike ku jîyana însanekî çiqas biqîmet e. Em dizanin ku dînê me ji me re hîn dike qetilkirina însanekî qetilkirina alemekî ye. Yê ku merhametê, başîtîyê, hezkirinê ji me re emir dike bawerîya me ye. Li hember vêya hûn metodên wan kesên ku fitratên wan xera bûne pirî caran dibînin. Mînak hûn qetlîamên li Xezzeyê dibînin. Hûn qetlîama Bosnayê ya ku li orta Ewrûpayê hatîye kirin dibînin, ew negotin zarok û pîrek e bi hezaran însanan qetil kirin. Tê bîra we ku Emrîqa ji Hîroşîma û Nagazakîyê re bombeyên atomê avêtibû.

Ji ber vê yekê di her çandê de, di her însanî de, di her erdnigarîyê de însanên baş û xerab wê hebe. Tiştê ku Endamê me yê Sazîya Îdareya Giştî îfade kiribû ev e; divê em ji hebûna xwe re vegerin. Divê em jîyana xwe li gorî bawerîya xwe nû bikin. Ger ku em jîyanekî ku Rebbê me ji me razî be bijîn em ê bi meseleyên ewakî re rûbirû nebin û cenewarên ewakî wê ji nav me dernekevin. Lê ji ber ku em ji hebûna xwe dûr ketine, ji ber ku em ji nirxên bawerîyên xwe veqetîyane li gorî îfadeya wî; kevir jî li ser serê me bibare em heq dikin. Bi rastî di vê gotinê de nîşandana heq û heqîqatê heye. Lê bi rastî em hîn bûne ku çapemenîya ku bi tevî sîyasetmedaran fealîyetan dikin gotinan bi qestî li gorî xwe şîrove dikin û kaşê hinek alîyan dikin. Yên ku hinek zehmet bikin û baş li vîdeoyê binêrin ew ê bibînin ku ew axavtin bi vî şeklê ye.”