Komên berxwedanê yên Fîlîstînê, êrîşa îşxalkeran a li Libnanê şermezar kirin

Komên berxwedanê ya netewî û Îslamî yên Fîlîstînê, bal kişandin ku îşxalker bi teqemenîya ku bi cîhazan pêk anît ew ê nikaribe cehd û xeyreta berxwedanê bişkîne.

Komên berxwedanê yên Fîlîstînê, êrîşa îşxalkeran a li Libnanê şermezar kirin

HAMASê derheqê bûyerê de daxuyanîyek parve kir û di daxuyanîya xwe de îfade kir ku ji encamên vê êrîşa ku bû sedama şehîbûn û birîndarbûna gelek mirovan bi temamî rejîma sîyonîst mesul e.

Di daxuyanîyê de bal hat kişandin ku ev êrîşa terorîstî, di çarçoveya polîtîka û sûca ku bi tevî destekên Emrîkayê hatine veşartin pêk hatîye.

HAMASê îfade kir ku ew ê ev êrîşa wehşîyane tenê neserfirazî û têkçûna yekîneyên îşxalkerên terorîst pêk bîne, tevger ji yên ku di êrîşê de şehîd ketine re ji Xwedê daxwazîya rehmê ji bo birîndaran jî daxwazîya şîfaya lezgîn kir.

HAMAS, “Em bal dikşînin ku sûcên îşxalkerên faşîst ew ê qerarîya xelkên me yên azad ziîf neke û îradeya berxwedanê jî neşkîne.”

Tevgera Cîhada Îslamî jî derheqê êrîşê de daxuyanî da û weha îfade kir, “Ev êrîş êrîşeke xaînî ye  ku ji berê ve hatîya amadekirin û gelek sîvîlên ku li malên xwe di nav ewlehîyê de ne re zerarê daye, ev sûca herbê ye.”

Tevgera Cîhada Îslamî weha got, “Ev êrîş nîşan dide ku dijmin li hember destekdayîna ji xelkê Fîlîstînê re ketîye nav aczîyetekî, bi vê êrîşê xeyalên wan têk çûne û tê dîtin ku çiqas fikrên wan biçûk û teng in.”

Bi tevî vana komîteyên berxwedanê yên li Fîlîstînê jî ev sûca wehşî û barbarî ya ku li dijî xelkê bira ya Libnanê hatîye kirin û bûye sedema şehîd û birîndarbûnê şermezar kirin. Komîteyên berxwedanê derheqê meseleyê de weha gotin, “Sûca sîyonîst a tirsonek, encamekî ye ku artêşa îşxalê li hember Tofana Eqsayê nikare cepheyên destekê ya Libnanê bide sekinandin.”

“Bawerîya me temam e ku berxwedanên Îslamî yên li Libnan û Sûrîyeyê dikarin vê êrîşa xaînî bikin nav dilê xwe û encamên wî bilez bikin bin kontrolê. Ew ê ji dijmin re, li gorî qeweta êrîşê ku malbatên berxwedanê û sîvîlan hedef girtine bersivekî bê dayîn.”

Tevgera Micahîd a Fîlîstînê, Cepheya Xelasîya Xelkê Fîlîstînê û Cepheya Xelasîya Demokratîk a Fîlîstînê jî derheqê meseleyê de daxuyanîyek parve kirin, di daxuyanîyên xwe de êrîşê şermezar kirin û destekên xwe yên ji Hîzbullahê re jî diyar kirin. (ÎLKHA)