Digel astengîyên îşxalkeran, 90 hezar misilman li Mescîda Eqsayê sef girtin

Mizgefta Eqsayê ya li Qudsa Rojhilat a îşxalkirîye, digel hemû astengîyên îşxalkeran ji bo nimêja înê ya ewil a Remezanê mazûvanîya 90 hezar misilmanan kir.

Digel astengîyên îşxalkeran, 90 hezar misilman li Mescîda Eqsayê sef girtin

Filistînîyên ku ji Şerîeya Rojavayê hatin, digel kontrolên tund û rêzên dirêj hewl dan ku xwe bigihînin cihê pîroz.

Tevî qedexeyên dagirkeriyê yên li ser Mislimanên ji Şerîeya Rojava ya îşxalkirî, 90 hezar kes ji bo nimêja înê ya ewil a Remezanê herikîn Mescîda Eqsayê. Filistînî ji saetên serê sibê ve bi derbasbûna ji nuqteyên eskerî yên dagirkeriyê hewl didin xwe bigihînin cihê pîroz. Bi taybetî li benda kontrolê ya Qelandiyê rêzên dirêj çêbûn.

Polîsên îşxalker bi girtina rêyên derdora El-Eqsayê ji trafîkê re tedbîrên ewlehîyê yên tund girtin. Filistînî ji bo nimêjê bi derbasbûna nuqteyên kontrolê yên ku li derdora Bajarê Kevin hatibûn danîn, hewl dan ku xwe bigihînin Eqsayê.

Serokê Dezgeha Ewqafa Îslamî ya Qudsê Ezzam el-Xetîb diyar kir ku çûna nimêjê ji ya normal kêmtir bûye û weha got: “Ev reqem pir kêm e, di normalê de dê gelek zêdetir be. Lê hatina gel ji Şerîeya Rojavayê bi giranî hatiye astengkirin.”

Di xutbeya înê de ji bo azadiya Filistînê, parastina Mescîda Eqsayê û dawîanîna êş û janên li Xezzeyê dua hatin kirin.