HAMAS: Êrîşên îşxalê ku zêde dibin berdewama herba qirkirinê ye

HAMAS, bal kişand ku êrîşên rejîma îşxalker zêde bûye, wî destnîşan kir ku ev êrîşên ku 9 meh e didomin berdewama herba qirkirinê ye.

HAMAS: Êrîşên îşxalê ku zêde dibin berdewama herba qirkirinê ye

Di daxuyanîya niviskî ya ku ji teref HAMASê ve hat belavkirin de hat diyarkirin ku êrîşên îşxalkeran zêde bûne, bal hat kişandin ku îşxalkeran bi dehhezaran sîvîlan hedef digrin û mecbûr dihêlin ku xelk malên xwe terk bikin.

HAMAS destnîşan kir ku faşîstên îşxalker qanûn û peymanan nas nake û ji wan re meydanê dixwe, li Xezzeyê ev bû 9 meh e êrîş didomin û ev jî berdewama herba îmhekirina xelkê me ye. Hat îfadekirin ku di van êrîşan de desteka Emrîqayê jî heye.

HAMASê, diyar kir çiqas jî sîyonîst û Emrîqa êrîşên xwe zêde bikin, ew ê ji xelkê Fîlîstîna ku biqerar in re nikaribin serê wan bitewînin; berxwedêrên egîd ew ê heta ku wan ji axên xwe derbixin wê pevçûnên xwe bidomînin.