Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapicioglu li Kurdistanê zîyaretan li dar xist

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu, li Herêma Kurdistanê zîyaretan pêk anît, di zîyaretê de Serokê Giştî yê PDKê Mesud Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re hat cem hev.

Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapicioglu li Kurdistanê zîyaretan li dar xist

Li ser hîsaba medyaya civakî ya HUDA PARê hat daxuyandin ku Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu, bi Serokê Giştî yê PDKê Mesud Barzanî re hevdîtinê kir.

Di hevdîtinê de; pêvajoya dawîn a meseleyên li Tirkîyeyê û meseleya Sûrîyeyê hat axavtin.

Yapicioglu, xeyn Mesud Barzanî bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re jî hat cem hev û hevdîtinek kir.

Di hevdîtina ku di nav hewayekî germ de hat kirin de, derheqê pêvajoya çareserîya li Tirkîyeyê û gavên ku ji bo çareserîyê bêne avêtin de danûstandina fikran hat kirin.