Ji NYyê hişyariya Sûdanê: Krîza koçberîya navîn a herî mezin a dinyayê pêk tê

Ofîsa Koordînasyona Karên Mirovî (OCHA) ya Neteweyên Yekbûyî, hişyarî da û got ku li Sûdanê krîza koçberî ya navî a herî mezîn a dinyayê pêk tê.

Ji NYyê hişyariya Sûdanê: Krîza koçberîya navîn a herî mezin a dinyayê pêk tê

Ofîsa Koordînasyona Karên Mirovî (OCHA) ya Neteweyên Yekbûyî got kû, “Sûdan welatek bû ku bi comerdî zêdetirî mîlyonek koçber lê mêhvandar bûn. A niha krîza koçberîya navîn a herî mezin a dinyayê dibîne.”

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku şerê ku li Sûdanê berdewam e, "Bêjehiyeke mezin a însanî ya bêdawî, mezin kir."

Li Sûdanê ji 1 salî bêhtir şera navbeyna artêş û Hêzên Destekê ên Lez de dewam dike.

Di şerê ku di Nîsana 2023an de dest pê kir û li piraniya eyaletên Sûdanê dewam dike, artêş li eyaletên bakur û rojhilat serdestiya xwe diparêze, li eyaletên rojava û başûr jî HDL bi bandor e.