Agirbesta li Xezzeyê sibe saet di 09.30yan de dest pê dike
Qeterê ragihand ku agirbesta li Xezzeyê wê sibê di saet 09.30an de dest pê bike. Tê texmînkirin ku pevguhertina ewil a girtîyan jî di saet 16.00an de dest pê bike.
Kabîneya bi qaşo ya rejîma sîyonîst peymana ku dikare rê li ber bidawîhatina qirkirina ku 15 meh in berdewam dike qebûl kir.
Rejîma îşxalker ragihand ku bi dengdayîna 24 wezîran erê û 8 wezîran dengên na dan peymana peymana pevguhertiına êsîran a bi HAMASê re bi awayekî fermî daxuyand.
Qeterê ragihand ku agirbesta li Xezzeyê wê sibê di saet 09.30an de dest pê bike.
Tê texmînkirin ku pevguhertina ewil a girtiyan jî di saet 16.00an de dest pê bike.
Agirbest ji sê merhaleyan pêk tê û her yek ji wan dê şeş hefte ango 42 rojan berdewam bike.
Di merhaleya yekem de tê pêşbînîkirin ku Hamas 3 girtîyên jin ên îşxalker serbest berde.
Wezareta bi navê Wezareta Dadê ya rejîma sîyonîst navên 95 girtîyên Filistînî belav kir ku dê li hember 3 girtîyên jin bên berdan.
Di lîsteyê de 25 mêr, 70 ji wan jin; neh ji wan di bin 18 salî de ne. Her wiha hat diyarkirin ku berîya Operasyona Tofana Eqsayê ji wan girtîyan tenê 7 kes hatin desteserkirin.
Di heman demê de Tûgaya 99an a artêşa îşxalker wê ji korîdora Netzarim vekişe û Tûgaya 162an jî wê erka parastina gundewarên bakur bigire ser xwe.
Tûgaya Xezzeyê wê gav bi gav ji korîdora Selahedîn vekişe û berpirsiyariya niştecihên başûr bigire ser xwe.