Serokên HAMAS û Cîhada Îslamî hevdîtin kirin
Îsmaîl Henîyyeyê Serokê Buroya Sîyasî ya HAMASê û Zîyad el-Nexalehê Sekreterê Giştî yê Cîhada Îslamî li Doha hatin cem hev.
![Serokên HAMAS û Cîhada Îslamî hevdîtin kirin](https://ilkha.com/img/NewsGallery/2024/6/11/398956/FeaturedImage/3ac3f3fb-3878-4ad8-bdac-411a15038ae7.webp)
Her du heyet li ser hemû geşedanên siyasî û meydanî û bi taybet êrîşên îşxalkeran ên li dijî Xezzeyê gotûbêj kirin.
Heyet bal kişand ser yekitiya berxwedêrên Filistînê di meydan û siyasetê de ji bo ku gelê Filistînê bigihêje armancên xwe yên demkî û stratejîk û li ser yekitiya cepheya berxwedanê û herêmên piştgiriya wê li Lubnan, Yemen û Iraqê sekinîn.