HAMASê ji êrîşa rejima îşxalker a li ser Sûrîyeyê re bertek nîşan da
Ji teref HAMASê ve derheqê êrîşa rejima îşxalker a li ser Sûrîyeyê de daxuyanîyeke ku bertekê nîşan dide hat belavkirin.

HAMASê, di daxuyanîya xwe de weha got, “Ev êrîşa sûc a ku rejima sîyonîst li dijî axên Sûrîyeyê pêk anîtîye, ketina artêşa îşxala faşîst ji bajaroka Kuneytra û Derayê bi tevgera bejahîyê û êrîşên asîmanî ya li dijî Başûrê Şamê şermezar dikin.”
HAMASê di berdewama daxuyanîya xwe de bal kişand ku ev êrîşa îşxalkeran êrîşe ji serxwebûnîya Sûrîyeyê û dewama polîtîqaya zordarîya wî ya li dijî welatên Ereban e:
Em bang li welatên Ereb û Îslamê dikin ku bila li hember ev sûcdarîya rejima sîyonîst sekinekî nîşan bidin.
Xeyn ji vêya jî em civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî jî dixwazin û bang dikin ku bila vê êrîşê şermezar bikin û serokê rejima îşxalker jî wek sûcdarên herbê bidarizînin.”