HAMASê banga “Şikandina dorpêça sîyonîst a li dijî sîvîlên masum” kir
Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (HAMAS), ji welatên Erep û Îslamê re û ji civaka navneteweyî re banga, “Şikandina dorpêça rejima sîyonîst ku jiyana ji 2 milyonî zêdetir Filistînîyan tehdît dike” kir.

HAMASê bang li welaten Ereban û alema Îslamê kir.
Di daxuyanîya HAMASê de hat îfadekirin rejîma îşxalker girtina derîyên sînor ên li Xezzeyê ji ketina alîkariyên mirovî re didomîne.
Di daxuyanîyê de hat gotin “Ev rewş îxlalên eşkere ya hiqûqa însanî yên navdewletî ye û sivîlan bi komî ceza dikin. Rêgirtina li hatina xwarin, derman û lazimatîyên sereke û bingehîn hewldanek e ku zêdetirî ji 2 milyon Filistînî bikişîne nav felaketê.”
Hat îfadekirin ku dûbarekirin tiştê ku qewimî sûcê şer e û Netanyahûyê sîyonîst jî sûcdarê şer e.
HAMASê dûre weha li daxuyanîya xwe zêdekir, “Eşkerekirina qerara astengkirina derbasbûna alîkarîyan ji bo sivîlan li Xezzeyê nîşan dide ku ew goh nade qanûn û peymanên navneteweyî û goh nade encamên sûcên xwe."
Herî dawîn hat îfadekirin, “Sîyonîst vê bêperwertiyê ji desteka bêsînor a Emrîkayê digire. Em bangê li welatên Ereban, alema Îslamê û li civika navdewletî dikin ku bila dorpêçkirina Xezzeyê bişikînin. Lewra ev dorpêçkirin jiyana zêdeyê du mîlyon Filistînîyan tehdît dike.”