Mislimanên Kurd ên ku di camîyê de ji teref PKKê ve hatin şehîdkirin hatin bîranîn

Ji bo 10 Kurdên Misliman ên ku ji teref PKKyiyan ve li mizgeftê hatin qetilkirin bernameya bîranînê hat lidarxistin.

Mislimanên Kurd ên ku di camîyê de ji teref PKKê ve hatin şehîdkirin hatin bîranîn

10 Mislimanên Kurd ên ku 32 sal berê di mizgefta gundê Sûsa ya navçeya Farqîna Diyarbekirê de ji teref PKKyiyan ve hatin qetilkirin, careke din bi bernameya ku di salvegera şehadeta wan de hat tertîpkirin hatin bibîranîn.

Li Gundê Sûsaya girêdayê  navçeya Farqînê ya Amedê di 26'ê Hezîrana 1992'yan de 10 Kurdên Misliman ên ku di nav wan de zarok jî hebûn ji aliyê PKK'ê ve bi awayekî hovane hatin qetilkirin. Ev kesên ku ji teref PKKê ve hatin qetilkirin di 32'yemîn salvegera şehadeta xwe de bi bernameya ku ji teref Sûsa-Derê ve hat tertîpkirin bi hûrmet û rêzdarî hatin bibîranîn.

Bi hezaran kesên beşdarî Bernameya Bîranîna Şehîdan a Sûsayê bûn, careke din şehîdên Sûsayê bi bereket bi bîr anîn û qetilên wan lanet kirin.

Piştî nimêja nîvro li vir hat kirin bername bi Yasîn-î Şerîf dest pê kir.

Piştî ku hunermendan sirûdên ku ji bo şehîdan hatine çêkirin gotin, Endamê ÎTÎHADUL ULEMA'yê Molla Beşîr Varol di bernameyê de  axavtinek kir û peyamên girîng da.

"Xwedê heyata dinyayê kiriye cihê ceribandinê"

Varol, destnîşan kir ku Xweda kaîanat ji bo însan û însan jî ji bo ji xwe  îbadetê bike xuliqandiye û wiha got: "Xwedê jîyan kiriye du merhale. Ev qonaxên dinya û axretê ne. Xweda jîyana dinyê kiriye cihê ceribandinê. Rebbê me axretê kiriye cihê xelat û ezabê. Me li vê heyatê çi kir em ê li axretê jî wê bibînin. Ji bo îmtîhan pêk bê Rebbê me îrade daye mirovan. Mirov dikare vê îradeyê ji bo qenciyê bi kar bîne an jî ji bo xerabiyê."

“Xwedê cîhad li hember kafiran ferz kiriye”

Varol di berdewama axavtina xwe de bal kişand ku hin kes baweriya xwe bi Rebbê xwe tînin û îradeya xwe ji bo qenciyê bi kar tînin, hin kes jî îradeya xwe ji bo kufr û rêyên xerab bi kar tînin û wiha got: "Bi vî awayî însan bûne du tebeqe û senif. Senifek misilman e: Yên ku misilman in û ji Xwedê re teslîm bûne. Kafir jî ji Xwedê re serî hildane, bûne şeytan. Ev kes digel xwe dixwazin însanên li derdora xwe jî bikin nav kufrê.  Hetta ji bo vê yekê zorê jî bi kar tînin da ku însan berê xwe ji Xwedê vegerînin. Ji ber vê yekê Xwedê li ser wan kesên mumin cîhadê li dijî kafiran ferz kiriye da ku ew karibin dînê xwe bi rihetî bijîn.”

"Me ne digel xayinan di gel şehîdên Îslamê sef girt "

Varol destnîşan kir ku cîhad, micadeleya heq û neheqiyê bi Habîl û Qabîl dest pê kiriye û wiha dewam kir:  “Hemd ji Xweda re, em bûn terefdarê Habîl, ne terefdarê Qabîl. Dîsa hemd ji Xweda re ku em nebûn terefdarê Fîrewnan û em bûn terefdarê pêxemberan. Cardin hemd ji Xweda re kir nesîbê me em bibin terefdarê sehabeyan, qencan, ewlîyeyan û şehîdan.”

"Îslam û kufr heta roja qiyametê wê hebin"

Varol destnîşan kir ku heta dinya hebe dê di navbera heq û batil de micadele bê kirin û wiha got: "Heta dinya hebe dê qatil, şehîd û mezlûm jî hebin. Di serî de ji yên Xezzeyî re, silav ji hemû şehîdên Îslamê re. Dê ev têkoşîn her tim hebe  û  ew ê her tim hinek kes hebin ku ji bo Îslamê can û malên xwe feda bikin. Îslam û kufr heta roja qiyametê wê hebin.”

"Di vî dînî de tirsonekî tune ye, ev dîn dînê cengaweran e”

Varol, diyar kir ku Îslam dînê izzetê ye û wiha got: " Di vî dînî de tirsonekî tune ye, ev dîn dînê cengaweran e. Li jiyana sehabîyan binêrin. Li Sûsayê binêrin, li lehengên cîhanê binêrin. Însan an bûne terefdarê Ellah an jî bûne terefdarê şeytên. Ji bilî vê yekê ti rê tune ye. Terefdarên Ellah her tim li dijî zilmê serî hil dane. Lewra izzet a Xwedê, pêxember û muminan e.”

"Şehîdên Sûsayê ji bo mizgeftê hatin şehîdkirin"

Varol di dawîya axavtina xwe de destnîşan kir Îslam dînekî mizgeft-navendî ye û wiha got: “Resûlê Xwedê mizgeftê terk nekir. Hz. Omer û Hz Elî li mizgeftê şehîd bûn. Şehîdên Sûsayê ji bo mizgeftê hatin şehîdkirin. Ger em di pey pêxemberê xwe, sehabî û şehîdên xwe de diçin divê em tu carî ji mizgeftê dernekevin.”