Şehîd Sacîd Pîşgîn di salvegera şehadeta xwe de li ser qebra xwe hat yadkirin

Şehîd Sacîd Pîşgîn ku li Edeneyê dema ku nimêj dikir hat şehîdkirin, ji teref malbat, hevaldoz û hezkirîyên wî ve li ser gora wî hat yadkirin.

Şehîd Sacîd Pîşgîn di salvegera şehadeta xwe de li ser qebra xwe hat yadkirin

Şehîd Sacîd Pîşgîn ku bi tevî Serokê Bajêr yê HUDA PARê Salîh Demîr ve ji bona ku nimêja esrê bike hatibû mescîda partîyê, dema ku nimêj dikir ji teref qatilekî ku di destê wî de kêr hebû ve hatibû şehîdkirin.

Şehîd piştî salekî ku li ser şehadeta wî derbas bû ji teref heval, hevaldoz, malbat û Serokê Bajêr yê HUDA PARê Salîh Demîr û teşkîlata bajêr ve li ser gora xwe hat yadkirin.

Bername bi xwendina Qurana Pîroz dest pê kir û Quran ji teref Fethullah Beyazçîçek û Muaz Demîr ve hat xwendin.

Di bernameyê de Îsa Emre û Îlahîyatvan Ramazan Erdem axavtinek kirin.

Erdem di axavtina xwe de îfade kir ku qebrên şehîdan di nav xwe de dersekê dihewînin, şehadet meqameke mezin e, ev meqam ji teref Hezretî Pêxember ve jî dihat daxwazkirin.

“Şehîd di nav jîyanekî ku em nikarin fêhm bikin de ne”

Erdem di axavtina xwe de weha got, “Şehîd, dema ku şehîd dibe êşeke qasî ku kermêşek pêve bibe hîs dike. Şehîdan, dixwazin ku ew şehîd bibin û ji nûve bêne dinyayê û dîsa şehîd bibin. Dema ku ew li axiretê têne pêşwazîkirin tehmekî gelek xweş tê ji wan re. Ew dixwazin ku wan nîmetên ku Xwedê didin wan bila qala hevalên xwe bikin. Xwedê xêra wan zêde zêde daye wan. Di encamê de ew nemirine, ew di nav jîyanekî ku em nikarin fêhm bikin de ne.”

“Xeyn ji dînê Îslamê di tu dînekî de tineye ku mirov bi mirinê nemirinê bidestbixe”

Erdem bal kişand ku şehîd di heman demê de şahid in û axavtina xwe weha berdewam kir: “Xeyn ji dînê Îslamê di tu dînekî de tineye ku mirov bi mirinê nemirinê bidestbixe. Ew, ji vê dînê re şahid e. Ew ji gelo însan ew ê ji çi re bimire re şahid e. Di heman demê de ew ji me hemûyan re şahid e. Em xwe bi rêça heyatê re dibin û li pey heyatê diçin, digel ku em însanên xwedîdozvan in jî. Hemd ji Xwedê re ku em jî di doza wî de ne. Lê carna em dikevin nav xefletê.”

“Dema ku em dikevin nav xefletê Xwedê di nav me de şehîdan derdixe”

Erdem îfade kir ku şehîd însanan ji xefletê şîyar dike: “Van şehîdan dibêjin ku ‘Deqekî bisekinin, hûn însanên ku xwedîdozvan in, ewqas nekevin nav xefletê. Dozekî we yê ku hûn ji bona wî bimrin û şehîd bibin heye.’ Wa şehîd ji vana re şahid in, me jî şahid kirin. Dema ku em daîma bikevin nav xefletê Xwedê ji me şehîdan distîne. Ew ehdên xwe bi cîh anîtin. Li paş wan xûşk û birayên wan jî hene, ew disekinin. Em li ser çi halî disekinin? Bi rastî em ji nû ve vê ehda xwe binîn ziman hatine li vê derê.  Divê em ji wan kesên ku soza xwe bi cîh tînin bin ku, Xwedê me wek şehîdan bigre. Dema ku em şehîdan heyata xwe derbas bikin, dema ku di nav cîhên xwe de jî bimrin em ê wek şehîdan muameleyê bibînin wek Xalid Îbnî Welîd. 3 şehîdên me li vê derê ne, Rebbê me şehadeta wan qebûl bike.”

Bernameya zîyareta qebrê, bi duaya ku ji teref Fethullah Beyazçîçek kiribû ve dawî bû.