Li Xezzeyê hejmara şehîdan gihaşt 39 hezar û 90an

Hejmara wan kesên ku di qetlîama ku ji teref siyonistên îşxalker ve hat destpêkirin de şehîd dibin her ku diçin zêde dibin.

Li Xezzeyê hejmara şehîdan gihaşt 39 hezar û 90an

Ev bû 291 roj ku siyonistên îşxalker û terorîst li Xezzeyê qetlîam û qirkirineke ku berî niha nehatiye dîtin dike û temamê dinyayê xwe li hember vê qetlîamê  kor û kerr û lal kiriye.

Wezareta Tenduristî ya li Xezzeyê, daxuyand ku di encama 8 qetlîamên ku 24 seatên dawîn de ji teref rejîma îşxalker ve hat lidarxistin de, 84 kes hatin şehîdkirin, 329 kes jî birîndar bûn.

Wezaret, ragihand ku bi tevî van şehîdan hejmarê şehîdan derket 39 hezar û 90 kesan, hejmarê birîndaran jî derket li ser 90 hezar û 147 kesan.

Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku hêj gelek kes di bin kavil û rêyan de ne, rejîma îşxalê de jî ambûlans û ekîbên parastina sîvîlan re îzîn nade.