Li Sudanê ji ber herbê 20 hezar mirov canê xwe ji dest dan, 10 milyon însan jî ji cîhê xwe bûn

Dîrektorê Giştî yê Rêxistina Tenduristî ya Dinyayê Tedros Adhanom Ghebreyesus, destnîşan kir ku li Sudanê ji ber herba ku nêzê 17 meh e berdewam dike hejmarê mirovên ku canê xwe ji dest dane 20 hezarî derbas kir, hejmarê mirovên ku ji cîhê xwe bûne jî ji 10 milyonî zêdetir in.

Li Sudanê ji ber herbê 20 hezar mirov canê xwe ji dest dan, 10 milyon însan jî ji cîhê xwe bûn

Ghebreyesus ku Sudanê zîyaret kir, li bajara Port Sudanê daxuyanîyek da, îfade kir ku li gorî agahîyên derheqê herba ku li Sudanê berdewam dike de hatine bidestxistin, hejmarê mirovên ku canê xwe ji dest dane 20 hezarî derbas kir.

Ghebreyesus destnîşan kir hejmarê mirovên ku di nav welat de cîhê xwe guhertine 10 milyonî derbas kirîye, “Îro Sûdanîyan piştî krîzên ku li ser hev hatine, ji pêla ji cîhê xwe bûna herî mezin tesîrdar bûne û tehdîda xelayê jî, 25 milyon însanên ku nîvê nifûsa Sudanê ye tehdît dike. Bi tevî vêya 14 milyon lazimatîya wan a ji midexeleya acîl re heye.”

Adhanom Ghebreyesus bal kişand ku ji sedî 70ê xizmetên tenduristîyê nayên dayîn û di gihaştina van xizmetan de zehmetîyeke mezin tê kişandin, wî hişyarî da ku afetên tebîetî û belavbûna nexweşên şobê jî dibe ku bibe sedema hilweşîna binesazîya tenduristîyê.

Adhanom Ghebreyesus bang li civaka navneteweyî kir ku bila “Di vê krîzê de ji Sûdanê re alîkarîyê bikin” kir. (ÎLKHA)