Şehîd Mele Şukrî û Şehîd Mele Muhîttîn li ser gorên xwe hatin yadkirin

Şehîd Mele Şukrî û Şehîd Mele Muhîttîn ku 31 sal berê li Rihayê ji teref PKKê ve hatibûn qetilkirin, ji teref hevaldozên wan ve li ser gora wan bi rehmet  hatin yadkirin.

Şehîd Mele Şukrî û Şehîd Mele Muhîttîn li ser gorên xwe hatin yadkirin

Şehîd Mele Şukrî Yavuz û Şehîd Mele Muhîttîn Demîr ku di 28ê Îlona sala 1993yan de ji teref PKKê ve hatibûn şehîdkirin, ji teref hezkirîyên wan ve nehatin jibîrkirin.

Du alimên bi navê Şehîd Mele Şukrî Yavuz û Şehîd Mele Muhîttîn Demîr ji teref xelkê ve dihatin hezkirin, 31 sal berê, piştî nimêja eşayê ji teref PKKê ve di kemînekî de şehîd ketibûn. Lê hêna jî êş û janên wan zindîye.

Hevaldozên şehîdan, li ser qebra du şehîdan quranê xwendin û duayê kirin.

Di bernameya yadkirinê de Mele Sînan Unel, derheqê şehadetê de axavtinek kir.

“Ew bi dostê Xwedê re bûn dost, bi alîgirên Xwedê re bûn alîgir”

Mele Unel weha got, “Di her esrê de ezîzên ku ji bo Xwedê, îman û Quranê yên ku micadeleyê dikin; emrên xwe di vê rê de xerc dikin û canên xwe feda dikin hebûne. Van herdu warisên Pêxember jî ku em îro li ser qebra wan in di vê rewşê de ne. Di dewra salê 90î yên ku kifrê xwe bi her rengî derxistibû holê, her çeşîda zilmê xwe nîşan dabû, em wek miletî ji dîn, Îslam û Quranê dihatin dûrxistin de van herdu warisên Pêxember û ezîzên me rabûn pîya. Bi dostên Xwedê re bûn dost, bi alîgirên Xwedê re bûn alîgir. Ew bûn yek, ew bûn qewet, ew bûn hêz û yê ku bi wan dikeve nîşan dan.”

“Ew yê ku bi wan dikeve nîşan dan, li hember zilmê wek tîran sekinîn”

Unel di berdewama axavtina xwe de îfade kir ku Mele Şukrî û Mele Muhyîdîn, wek warisê Pêxemberan dest bi kar kirin, “Ger ku li cîhekî heqaret li pîrozbahîyan bê kirin, nirxên Îslamî bêne eciqandin, berê civakê ji îfsadê re bê dayîn û alimên wê civakê dest bi kar nekin, bedêldayînê nedin ber çavên xwe wê çaxê wan aliman wezîfeyên xwe bicîhnaynin. Mele Şukrî û Mele Muhyîdîn haya wan ji vêya hebûn. Ew bi xwe bi xwe digotin, ‘Di nav rewşekî ewakî de em çawa dikaribin di nav mala xwe de rûnên, em çawa dikarin li ser qoltixên xwe di nav rehetîyê de rûnên? Ger ku em tiştekî ewakî bikin, em ê sibe di mehşerê de çawa li rûyê Xwedê û Pêxemberê wî binêrin? Resûlê Xwedê ji me re dibêje “Ey Mele Şukrî, Ey Mele Muhyîddîn, qanê hûn alimbûn, di nav civakê de wek warisê Pêxember dihatin naskirin. We çima waristîya xwe bicîhneanît? We çima wek min micadeleyê nekir? We çima di vê oxirê de canê xwe neda?” dema ku ewakî bibêje em ê çi bikin?’ Van herdu şehîdan jî ji bona ku nekevin nav rewşekî ewakî yê ku bi wan dikeve bikaranîtin û nîşan dan, li hember zilmê wek tîrê sekinîn. Digel hemû tehdîdên ji teref zalim û minafiqên wê dewrê , bi qeweta îmanên xwe li pîya sekinîn.”

“Şehîd Mele şikrî, Mele Muhîttîn û yên wek wan bûn telebeyên ezîz ên vê mektebê”

Unel di dawîya axavtina xwe de îfade kir ku mekteba şehadetê didome, “Dema ku dinya ava bûye şehadeta mektebê hebû, telebeya ewil ê vê mektebî Hz. Habîl e. Hz. Zekerîya, Hz. Yehya, Hz. Hemza û Hz. Huseyîn jî telebeyên vê mektebê ne. Roj hat telebeyên vê mektebê navê wan bû Ebdusselam, Ehmed, Huseyîn û Selaheddîn. Şehîd Mele şikrî, Mele Muhîttîn û yên wek wan bûn telebeyên ezîz ên vê mektebê. Roj hat telebeyên vê mektebê Aytaç, Yasîn, Rîyad bûn; Ehmed Yasîn, Rantîsî, Îsmaîl Henîyye bûn. Roj jî hat navê wan şehîdan bû Seyyd Hesen Nesrullah.”

Di bernameyê de birayê Şehîd Mele Şukrî Xelîl Yavuz jî axavtinek kir.

Bername bi dua û îkraman dawî bû.