Hejmara şehîdên li Xezzeyê derket 41 hezar û 615an

Di qirkirina ku ji 7ê Cotmehê vir va ji teref siyonîstên îşxalker ve li Xezzeyê hat kirin de hejmara şehîdan derket 41 hezar û 615an û hejmara birîndaran jî derket 96 hezar û 359an.

Hejmara şehîdên li Xezzeyê derket 41 hezar û 615an

Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê der barê hejmara şehîd û birîndarên li Xezzeyê yên di êrişên siyonîstên îşxalker ku di roja 360emîn de berdewam dike de agahî da.

Li gorî vê yekê rejîma îşxalker di qetlîamên 24 saetên dawîn de 20 sivîl şehîd kirin û 108 kes jî birîndar kirin.

Wezaretê destnîşan kir ku ji 7ê cotmehê vir va li Xezzeyê hejmara şehîdan derket 41 hezar û 615an û hejmara birîndaran jî derket 96 hezar û 359an.