HAMAS: Heta ku sîyonîstên îşxalker ji Xezzeyê venekişin ew ê peyman çênebe

Cepheya Xelasîya Demokratîk a Fîlîstînê û HAMASê, daxuyand ku heta rejîma îşxalker ji Xezzeyê venekişe ew ê peymanek neyê çêkirin.

HAMAS: Heta ku sîyonîstên îşxalker ji Xezzeyê venekişin ew ê peyman çênebe

Cepheya Xelasîya Demokratîk a Fîlîstînê û HAMASê derheqê peymanê de daxuyanîyeke hevpar belavkirin. Di daxuyanîyê de hat îfadekirin heta ku êrîşên rejîma îşxalker a li dijî Xezzeyê neyê sekinandin, ew ji heêmê bi temamî venekişin û pevguhertineke ciddî neyê kirin tu peymanekî wê neyê îmzekirin.

Di daxuyanîyê de hat destnîşankirin “Dema ku êrîşên rejîma terorê dawî bibe derheqê Xezzeyê de heqê qerardayînê aîdê xelkê Fîlîstînîyê.” Di daxuyanîyêde bal hat kişandin ku “Xeyn ji hêzeke yekîtîya neteweyî ew ê hemû hêzên li vê derê muameleya îşxalkeran bibînin û tu dem li ser axên Fîlîstînê wê cîhê wan tinebin.”

“Em teyîd dikin ku heta daxwazên Filistîniyan wek rawestandina êrîşan, vekişîna tam ji Xezzeyê, şikandina dorpêçê, jinûveavakirina herêmê û gihandina peymaneke cidî ya pevguhertina êsîran pêk neyên, bi siyonîstên îşxalker re tu peyman û lihevkirin nayê kirin.”