Pezeşkîyan: Ger ku Misilman bibin birayê hev îsral ji bo qetlîamê wê nikaribe cesaretê bike

Serokomarê Îranê Mesûd Pezeşkîyan, ger ku em Misilman di her bawerî û fikrê de bibin birayê hev, îşxalkeran ew ê nikaribin Misilmanan qetil bikin.

Pezeşkîyan: Ger ku Misilman bibin birayê hev îsral ji bo qetlîamê wê nikaribe cesaretê bike

Mesûd Pezeşkîyan, doh piştî nîvroyê bi akademîsyen û serokên STK û eşîrên Iraqê re hat cem hev.

Pezeşkîyan weha got, “Ger ku em Misilman di her bawerî û fikrê de bibin birayê hev, îsraîl dikare Misilmanan qetil bike?”

Pezeşkîyan weha îfade kir, “Parçebûnî kêleka agir e, ger ku em bi hev re li hev nekin em di nav agir de ne. Her roj em di nimêjê de dibêjin ‘Îhdînessîratel musteqîm’ yanê em dibêjin ‘Me bike rêya rast’. Rêya rast, yekîtî û bihevrebûn e, girêdaybûna bi benê Xwedê re ye. Rêya rast a ku di Quranê de îfade dike, yekîtî ye, yanê em yek in, em tev bi hev re ne.”

Pezeşkîyan îfade kir ku Ewrûpa sedsalan bi hev re herbê kirin encax niha ji bo parastina sînorên xwe di nav yekîtîyê da ne, “Çima em Misilman ji Pakistanê ji Efxenistanê nakevin trênê û biçin Necef, Kerbela, Mekke û Medîneyê?”

Serokkomar Pezeşkîyan destnîşan kir lazim e ku akademîsyen, alim, sanayîvan û Misilman bi hev re minasebetên nêz saz bikin.