Ji HAMASê daxuyanîya agirbestê

Serokê Buroya Siyasî yê HAMASê Îsmaîl Henîyye der barê agirbest û pevguhertina êsîran a li Xezzeyê da daxuyanî da

Ji HAMASê daxuyanîya agirbestê

Serokê HAMASê di daxuyaniya xwe ya bi minasebete Cejna Qurbanê da de îdiayên ku HAMASê ji pêşniyara Emrîqayê ya derbarê agirbest û pevguhertina êsîran li Xezzeyê dûr ketiye red kir û got, "Bersiva HAMASê ya ji bo pêşniyara agirbestê li gorî daxuyaniyên Biden û biryara Neteweyên Yekbûyî ye.”

Henîyye diyar kir ku " Filistînî di nava cejneke din de ne ku di her warî de li dijî îşxalkeran şer dikin. " û weha dewam kir, "Di dîrokê de bi awayekî nedîtî, gelê Filistînê ji koçberiyê heta koçberiyê, ji bomberdûmanan heta bomberdûmanan, ji windahiyan heta windahiyan, dorpêçeke giran û êşên herî giran dijîn.”

Henîyyê bang li her kesî kir ku ji bo vekirina deriyên sînor û peydakirina pêdiviyên gelê Xezzeyê bikevin nava tevgerê.