HAMASê derheqê “Mescîdî Eqsayê” de hişyarî da

HAMASê, derheqê encamên teşebûsa zerardayîna hikumeta îşxalê û şênîyên wî ya ji Mescîdî Eqsaya bimbarek û nasnameya wî ya Erep-Îslamê de hişyarîyan da.

HAMASê derheqê “Mescîdî Eqsayê” de hişyarî da

Ji teref “Rêxistina Aktîvîstên Çîyayê Tapinakê” ku komeke cihûyîye ve li ser hîsaba medyaya civakî vîdeoyek hatibû parvekirin û di wê vîdeoyê de tê dîtin Mescîdî Eqsa tê teqandin û li ser hatîye nivîsandin ‘Di demeke nêz de di van rojan de’. HAMASê jî derheqê vê vîdeoyê de daxuyanîyeke niviskî belav kir.

HAMASê destnîşan kir ku şênîyên sîyonîst armanc dike ku êrîşên li ser Mescîdî Eqsayê zêde bikin û hakimîyeta xwe ya li ser Mescîdî Eqsayê firehtir bikin.

Tevger, bal kişand ku van teşebûsên tunekirina nasnameya Mescîdî Eqsayê tên kirin tişteke gelek bitalûke ye.

HAMASê, hikumeta rejîma îşxalker û şênîyên sîyonîst hişyarî kir û bal kişand ku ew ê hemû bedêlên çalakîya tunekirina nasnameya Erep-Îslamê ya Mescîdî Eqsayê hebe.