Parlamenterê HUDA PARê Dînç: Hemû bazirganîya bi rejîma îşxalker re bêne qutkirin!

Parlamentere Mêrsînê û Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Faruk Dînç, “Divê ji Libnan û Xezzeyê qorîdorekî însanî bi acîlî bê vekirin. Bi taybetî ji zîncîrên tedarîk ên ku bi rejîma îşxalker re bazirganîyê dikin re derbeyên mezin bêne lêxistin. Bi hêzê îşxalê re divê hemû bazirganî bê qutkirin.”

Parlamenterê HUDA PARê Dînç: Hemû bazirganîya bi rejîma îşxalker re bêne qutkirin!

Parlamentere Mêrsînê û Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Faruk Dînç ku di Meclîsê de daxuyanîya çapemenîyê li dar xist, derheqê qirkirina rejîma îşxalker a li Xezze û Libnanê û bazirganîya ku hêj bi terorîstan re berdewam dike de nirxandinan kir.

Dînç, di daxuyanîya xwe de bang kir ku bila li Xezze û Libnanê qorîdora însanî bi lez û bez bê vekirin û ji bo vêya jî bi acîlî tevgerek bê nîşandan.

Dînç, “Îro mixabin bakurê Xezzeyê hatîye dorpêçkirin. Însanên li wê derê bi birçîbûnî û tunebûnîyê re rûbirû ne. Ew vê polîtîkayên xwe yên dorpêçê zêde dikin û bi vê şeklê astengîyê dikin ku bila derman, xwarin û av neçe li wê derê. Hema ku zivistan were. Di vê sermayê de astengî tê kirin ku bila sotemenî nekeve nav Xezzeyê. Ji bo koçê ji xelkê li wê derê re zorê didin ku bila bakurê Xezzeyê bikin cîhekî bêînsan. Li bakurê Xezzeya ku 400 hezar însan li wê derê dijîn hemû însan bi mirinên komî re rûbirû ne. Em di vê meseleyê de banga xwe nû dikin û dibêjin ku bile hem li Libnanê hem jî li Xezzeyê qorîdora însanî bi lez û bez bê vekirin.”

Faruk Dînç, derheqê bazirganîya ku bi rejîma îşxalker re tê kirin de jî axivî û bal kişand ku divê bi lez û bez ew bazirganîyên ku têne kirin bêne sekinandin. Dînç axavtina xwe weha berdewam kir:

“Bi taybetî divê ji zîncîrên tedarîk ên ku bi rejîma îşxalker te bazirganîyê dikin re derbe bê lêxistin. Bi qethî divê hemû bazirganîya bi rejîma îşxalker re têne kirin bêne qutkirin. Tirkîyeya ku di vî warî de daîma qala polîtîkaya belavbûn û berfirehbûna sîyonîzmê dike, bila ji bona ku bazirganîya ji ser Ezerbaycana ku tedarîkvana rejîma îşxalker a herî mezin e tê kirin bê qutkirin gavan bavêje.”

Parlamenterê HUDA PARê Dînç, derheqê leyîstikên agirbestî ya Emrîqayê de jî axivî û balan kişand.

Faruk Dînç, “Ev bû salekîye Emrîka, bi leyîstika agirbestîyê ji hêzên îşxalkeran re wext dide qezeckirin. Ew di nav vê leyîstika agirbestê de hem li ser maseyê ye ku di mizakereyan de cîh digre hem jî ji rejîma îşxalker re çek û cebilxaneyan dişîne. Di vî warî de divê welatên Îslamê bi vê leyîstika Emrîkayê nexapin û ji ber vê yekê jî Xezzeyê ji rojeva xwe nexînin. Di her platformê de Xezzeyê bigrin rojeva xwe û zextên ku welatên Îslamê bidin tevgerê bikarbînin.”