Hejmara şehîdên li Xezzeyê derket 44 hezar û 612yan
Di qirkirina ku ji 7ê Cotmehê vir ve ji teref siyonîstên îşxalker ve li Xezzeyê hat kirin de hejmara şehîdan derket 44 hezar û 612yan û hejmara birîndaran jî derket 105 hezar û 834an.
Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê der barê hejmara şehîd û birîndarên li Xezzeyê yên di êrişên siyonîstên îşxalker ku di roja 427emîn de berdewam dike de agahî da.
Li gorî vê yekê rejîma îşxalker di qetlîamên 24 saetên dawîn de 32 sîvîlan şehîd kirin û 95 kesan jî birîndar kirin.
Wezaretê destnîşan kir ku ji 7ê Cotmehê vir ve li Xezzeyê hejmara şehîdan derket 44 hezar û 612yan û hejmara birîndaran jî derket 105 hezar û 834an.