Li Ramallahê bi qamyonê çalakî hat kirin: Îşxalkerekî mir, kesekî jî birîndar bû

Di seatên serê sibehê de li nêzê Ramallaha Şerîaya Rojavayê li dijî nuqteya Beyt el Kontrolê operasyonek hat lidarxistin, di encama operasyonê de leşkerekî yê qaşo hat kuştin, leşkerek jî birîndar bû.

Li Ramallahê bi qamyonê çalakî hat kirin: Îşxalkerekî mir, kesekî jî birîndar bû

Berdevkê artêşa rejîma îşxalker, daxuyand ku ew îhbarekî girtine ku li çarrêya Gîvat Assafa nêzê Ramallahê êrîşeke lêxistinê hatîye kirin û li herêmê dengê çekan hatîye bihîstin, hat destnîşankirin ku ew ê hurgilî paşê bêne belavkirin.

Çapemenîya îşxalê Qenal 14, daxuyand di operasyona ku li nêzê Ramallahê hat lidarxistin de îşxalkerekî mirîye û îşxalkerekî jî birîndar bûye.

Rojnameya Hayoma îşxalê jî, diyar kir ku şibhe tê kirin ku di nav qamyona ku di çalakîyê de hatîye bikaranîn de kemîn hebe û ji herêmê re pisporên bombeyê hatine sewqkirin.

Çapemenîya îşxalê, îfade kir Fîlîstînîyê ku çalakîyê bikaranîtîye li cîhê bûyerê şehîd ketîye.