Îşxalkeran, Fetîh Şerîf Ebû El Emîn ku yek ji rayedarên HAMASê ye li Libnanê şehîd kir

HAMASê daxuyand ku di êrîşa rejîma îşxalkeran ku li kampa EL Ebûya Libnanê li dar xistin de, yek ji rayedarên li Libnanê ya tevgerê Fetîh Şerîf Ebû El Emîn şehîd ketîye.

Îşxalkeran, Fetîh Şerîf Ebû El Emîn ku yek ji rayedarên HAMASê ye li Libnanê şehîd kir

Hat desntîşankirin ku Fetîh Şerîf Ebû El Emîn û malbata wî di encama êrîşa asîmanî de şehîd bûne.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat îfadekirin ku El Emîn bi tevî xanîm, qîz û kurê xwe di êrîşa ku ji terefên çeteyên îşxalker ve hatîye kirin de şehîd bûne.

Hat ragihandin ku pîreka El Emîn jî wek wî di lîseyê de midur bûye û li Libnanê ji 30 salî zêdetir e ji xwendekarên penaberên Filistînî yên ku li Libnanê ne re perwerdehîyê daye.