Ji leşkerên îşxalkeran re kemîneke nû: 3 mirî 10 birîndar

Çapemenîya îşxalê, diyar kir ku li bakurê Xezzeyê avahîyek hat bombekirin, di encama bombekirina avahîyê de 3 leşkerên sîyonîst mirine, 10 leşker jî birîndar bûne.

Ji leşkerên îşxalkeran re kemîneke nû: 3 mirî 10 birîndar

Çapemenîya Îbranî, vê sibehê daxuyand li bakurê Xezzeyê “di bûyerekî zor de” gelek efserên îşxalê û leşkerên wan hatine kuştin û birîndarkirin.

Li gorî agahîyên ku ji çavkanîyên herêmî hatine bidestxistin, li bakurê Xezzeyê 3 leşkerên girêdayê Tûgaya Nahalê hatine kuştin, 10 leşker jî birîndar bûne. Di encama teqîna avahîya ku leşker di nav de bûn de avahî hilweşîya, hat îfadekirin ku helîkoptera artêşa îşxalê birîndaran tehlîyeyê nexweşxaneyan kirîye.

Çavkanîyên Filistînê, rast kirin ku helîkoptera îşxalkeran li bakurê Xezzeyê tehlîyeyan bikaranîtîye. Berxwedêrên Filistînî yên li herêmê, ji roja êrîşa mezin a sêyemîn ku li dijî Xezzeyê hatîye destpêkirin vir ve, ev bû 100 roj e micadeleya xwe bi qerarî didomîne.

Xeyn ji van agahîyan, artêşa îşxalê qebûl kir ku roja Şemîya borî, li bakurê Xezzeyê 4 leşker û efserên wan di pevçûna ku bi berxwedêran re ketinê de mirine, çavkanîyên mehellî jî îfade kirin ku hejmarê leşkerên ku mirine 7 in. (ÎLKHA)