Ji Cemîyeta Mistezefan daxuyanîya “Hefteya Mistezefan a Cîhanê”
Cemîyeta Mistezefan, bi minasebeta “Hefteya Mistezefan a Cîhanê” ya ku di navbera 16-23yê Adarê de tê bîranîn ve daxuyanîyeke niviskî belav kir.

Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ji bona ku li hember zilm, qirkirin û qetlîamên ku li erdnigarîya Misilmanan pêk têne di navbera ummetê de şiûrekî bê çêkirin ev hefte hatîye diyarkirin, di nav vê hefteyê de qala hinek qetlîamên ku hatine kirin jî hat kirin.
Di daxuyanîya ku ji teref Navenda Giştî ya Cemîyeta Mistezefan ve hat belavkirin de weha hat îfadekirin:
“Hefteya Mistezefan a Cîhanê, bi armanca rojevkirin û yadkirin micadeleya mistezefên (mezlum) ku dûçarê zilm û zordarîyê bûne û ji ber vê yekê di nav lêgerîna edaletê de ne di 16-23yê Adarê de hatîye diyarkirin.
Vê hefteyê, ne ku tenê zilmên berê hatine kirin bîne rojevê ye, di vê hefteyê de tê armanckirin ku zilmên berê û îro bêne bîranîtin û li hember zordarî û bêedaletîyê şiûrekî bê çêkirin.
Her sal bi milyonan însan ji ber polîtîkayên wehşî yên hêzên emperyalîst, rejimên îşxalker û sîstemên kedxwar xwîn digirîn. Li pişt van zilman Emrîka, Îngilistan, Fransa, Elmanya û îsraîla sîyonîst heye. Van hêzên ku di dîroka nêz de bi sûcên xwe yên ku li hember însanîyetê bikaranîtine têne yadkirin, îro jî xwînrijandina gelê mezluman didomînin.”
Di berdewama daxuyanîyê de ji dîrokê jî çend mînak hat dayîn û daxuyanî weha berdewam kir:
“Mezlûmîyetên ku Ustad Bedîuzzeman Saîd Nûrsî jîyaye:
Wefata wî ya ku di 23yê 1960an de wefat kirîye, ji mînakên sembolîk ên zilma ku mistezefan dûçar mane yek e.
Ustad Bedîuzzeman, ji dawîya Dewleta Osmanî ve û heta salên ewil ên Komarîyê bi sirgûn, zîndan û zordarîyê re micadeleyê kirîye, di oxira doza îman û quranê de zehmetî û pirsgirêkên mezin kişandîye. Dema ku di 23yê 1960an de wefat kiribû jî, bi destê dewletê cîhê gora wî hatibû veşartin û heta roja me jî cîhê gora wî nayê zanîn.
Qetlîama Helebceyê:
Rejima Beas ê Seddam Huseyîn di 16ê Adara 1988an de, bi destek û çekên kîmyewî yên ku ji emperyalîstan standibû li Helebceyê bi hezaran Kurdên sîvîl qetil kir. Ev êrîşa zalimane, bi destek û bêdengîya Emrîka û dewletên Rojavayê ve hat lidarxistin.
Îşxala welatên Îslamê:
Di serî de Emrîka dûre jî hemû hêzên emperyalîst, bi derewên ku avêtin ortê Rojhilata Navîn kirin wek gola xwînê. Bi milyonan însanan kuştin an jî wan penaber kirin. Bajar, bajarok û gundên herêmê bi çekên modern hatin bombekirin û hatin wêrankirin. Van îşxalan jî tenê welatan tune nekir, pêşeroja gelan jî tune kir.
Şehadeta Şêx Ahmed Yasîn:
Şêx Ahmed Yasîn, di 22yê Adara 20024an de ji teref sîyonîstan ve hat şehîdkirin.
Şêx Ahmed Yasîn, yek ji rêberên micadeleya serxwebûnîya gelê Filistîna mezlum û mistezef bû, û di nav rewşekî mehkûmê kursîyê biteker de bû li hember îşxala sîyonîstan berxwedanekî mezin nîşan da. Şehîdbûna wî ya ji teref sîyonîstan, nîşanekî zelal a polîtîkayên zalimane yên li dijî mistezefan bû.
Qirkirina Xezzeyê:
îsraîla sîyonîst a îşxalker, bi salane bi tevî desteka Emrîka û emperyalîstan li dijî gelê Filistînê qirkirinê bikartîne. Ji 7ê Cotmehê vir ve jî bi hezaran pîrek, zarok û îxtîyaran qetil kirin. Rejima sîyonîst van qetlîamên xwe jî bi tevî desteka Emrîka û Ewrûpayê bikartîne.
Tirkistana Rojhilat û Keşmîr:
Gelê Keşmîr û Misilmanên Uyxur ên ku di bin zilma Çîn û Hîndistanê de ne, bi desteka hêzên emperyalîstan bi sîstematîkî dûçarê îşkenceyan dibin. Hemû dinya ji vê zilmê re bêdeng û bêqeyd dibînin.
Bi wesîleya vê hefteyê ji Xwedayê xwe daxwaz dikin ku bila ji hemû mezlum û mistezefên ku di bin zilma van zaliman de rihê xwe teslîm kirine re rehma xwe bike û ji zalimên qatilên wan re jî lenetê xwe bibarîne. Xwedayê Dilovan, wan ji zilma zaliman xelas bike û li ser rûyê erdê edaletê hakim bike.”