Rejima sîyonîst, li Şerîaya Rojavayê 40 hezar Filistînîyan tehcîr kir
Rejima îşxalker, li Kampa Penaberan a Tulkerîmê êrîşên xwe zêde kir û 200 malbatên dinê jî bi zorê ji malên wan derxist. Heta niha 40 hezar Filistînî hatin tehcîrkirin.

Ji malbatên ku li Taxa Qaqouna kampê dijîn re jî ji bona ku malên xwe terk bikin tehdîdan dikin û polîtîkaya derxistina bi zorê tê meşandin.
Leşkerê qaşo yên rejima sîyonîst, li Taxa Abu el-Foula kampê, gule li ser Filistînîyên ku dixwestin bikevin nav mala xwe û eşyayên xwe derbixin. Van êrîşan, rewşa Filistînîyên ku ev bû 49 roj in ji êrîşan direvin zehmettir dikin.
Li gorî mirovên ku bûyerê dîtine tê îfadekirin ku îşxalkeran li Tulkermê komên Filistînîyan sor kirine û gule li ser wan reşandine.
Sîyonîstên îşxalker ji ekîbên Hîva Sor a Filistînê re jî astengîyan derxistin. Êrîşî xebatkarê dildar ê tenduristîyê Fethî Nasrallah kir. Vê êrîşê jî bi taybetî rewşa îxtîyar û nexweşan di warê tedawîyê de kir nav zehmetîyê.