Emrîka ji rejima sîyonîst re 3 milyar dolarî firotina çekan erê kir

Bireveberîya Emrîkayê, ji biryara ku ji rejima îşxalker a sîyonîst re qasî 3 milyar dolarî çek bê firotan re erê kir.

Emrîka ji rejima sîyonîst re 3 milyar dolarî firotina çekan erê kir

Di daxuyanîya ku ji teref Ajansa Hevkarîyê û Ewlehîya Parastinê (DSCA) ku girêdayê Wezareta Parastina Emrîkayê ye ve hat belavkirin de hat îfadekirin ku Wezareta Karên Derve yê Emrîkayê ji firotna çekan a ji rejima sîyonîst re erê kir.

Ji bo firotina çekan a ku bi sê firotinên cuda bêne kirin ji Kongreyê re ragihandina fermî hatîye kirin, tê texmînkirin ku ew ê biryar bê qebûlkirin.

Li gorî daxuyanîya ewil, Emrîkayê, ji firotina D9 buldozerên ku qasî 295 milyar dolarîn ji bo rejima sîyonîst re biryara erê da. Di firotinekî dinê de jî ji biryara ku ew ê ji rejima îşxalker re bombe û çekên curbecur ên qasî 2 milyar dolarin re erê hatibû kirin. Xeyn ji vana ji firotina cebilxane, bombeyên hedefkirî û cebilxaneyên bombeyan ku qasî 675 milyar dolar e re sînyalên biryara erêkirinê hatibû dayîn.

Van biryarên erêkirina firotina çekan, wek desteka Emrîkayê ya ji rejima îşxalker re tê qebûlkirin û di nav vê salê de bireveberîya Donal Trumpê ji sîyonîstan re ev bû paketekî mezin a duyemîn e ku daye wan. Çend hefte berê jî pakêtekî qasî 7,4 milyar dolarî hatibû erêkirin.

Ji destpêka êrîşên rejima îşxalker a li ser Xezzeyê vir ve, firotina çekan a Emrîkayê ya ji rejima îşxalker de bênavber berdewam dike.

Firotina çekan a Emrîkayê, qapasîteya leşkerî ya sîyonîstan qewettir dike.