Kuweyt ji welatiyên xwe xwest ku ji Libnanê derkevin
Kuweytê ji welatiyên xwe yên li Lubnanê xwest ku ji ber nakokiyên navbera Hizbullah û rejîma îşxalker a siyonîst vî welatî terk bikin.
![Kuweyt ji welatiyên xwe xwest ku ji Libnanê derkevin](https://habernas.com/uploads/images/2024/06/image_750x_667688e272e68.jpg)
Di daxuyaniya nivîskî ya ku ji teref Wezareta Karên Derve ya Kuweytê ve hat dayîn de ji hemwelatiyên li Lubnanê hat xwestin ku di zûtirîn dem de welatê xwe terk bikin û ji kesên ku nikarin derkevin derve jî bi Balyozxaneya Kuweytê re têkilî daynin.
Di daxuyaniyê de herwiha hişyarî hat dayîn ku welatiyên Kuweytî neçin Lubnanê.
Hizbullah û rejîma îşxalker a siyonîst ji 8ê Cotmehê ve li ser xeta sînor a bi navê "Xeta Şîn" şer û pevçûn diqewimin.
Artêşa rejîma îşxalker di 18ê Hezîranê de ragihandibû ku “plana operasyonê” ya êrîşeke muhtemel a li ser Lubnanê pejirandibû.