HUDA PAR li Wanê panêla “Ez Zimanê Dayikê Hildibijêrim” çêkir
Komeleya Bajarê Wanê yê HUDA PARê, ji bo balê bikişînê li ser dersên hilbijartî yên zimanê dayikê bi temaya “Ez Zimanê Dayikê Hildibijêrim” panel rast kir.
![HUDA PAR li Wanê panêla “Ez Zimanê Dayikê Hildibijêrim” çêkir](https://habernas.com/uploads/images/2025/02/image_750x_67aa0302e61b0.jpg)
Di panela “Ez Zimanê Dayikê Hildibijêrim” ku bi temaya “Ez bi zimanê xwe diaxivim, baweriya xwe dijîm” de, li ser gavên ji bo rewşa kurmancî ya mewcud, pêşeroja wê, cîhgirtina di sîstema perwerdehiyê de û zêdekirina bikaranîna qada giştî hatin sekinandin.
Panela ku li Salona Konferansê ya TSOya Wanê hat kirin de, Serkan Ramanliyê Parlementerê Batmanê yê HUDA PARê, Doç. Dr. Nesîm Sonmez, Perwerdeker Mîr Muhemmed Nûşîreavan, Yahya Ograşê Alîkarê Serokê Giştî û Serokê Karên Perwerdehiyê, Rasîm Saygina Serokê HUDA PARê, temsîlkarên sazîyên civaka sivîl, aliman û gel beşdar bûn.
Wêneyên Feqiyê Teyran, Şêx Seîd, Bedîuzzaman Seîd Nursî, Ehmed-ê Xânî û Melayê Batey, hatin daliqandin salonê.
Panela ku bi xwendina Qur’ana kerîm destpêkir, bi moderatorîya Bedrî Borê Sarokê Navçeya Îpekyoluya HUDA PARê pêk hat, panel bi axaftina vekirinê yê Yahya Ograşê Alîkarê Serokê Giştî destpêkir.
Ograş di axaftina xwe de got, “Îsal ji bo ku em vê hişmendiyê li 17 parêzgehên Tirkiyeyê bilind bikin, me panel li dar xist, bername li dar xist, bi mijara "Ez bi zimanê xwe diaxivim, baweriya xwe dijîm" meş li dar xistin û em dewam dikin. Weke ku hûn jî dizanin di navbera 3-17ê Sibatê de li dibistanên Perwerdehiya Netewî di navbera 3 û 17ê Sibatê de çûna cem rêvebirên dibistanan dersên hilbijartî mafekî qanûnî ye. Ji ber vê yekê divê em wek dêûbav heta 17ê Sibatê li zarokên xwe xwedî derkevin û bi zimanê dayika xwe biaxivin.”
Piştî axaftina Ograş Dr. Nesîm Sonmez li ser mijarê “Di avakirina nasnameyê de rola ziman” û Perwerdeker Mîr Muhemmed Nûşîreavan jî li ser “Di sîstema heyî de problemên tetbîqê yê dersên bijarte de” axaftinan kirin.
“Çi qîmet li Tirkî hatibe dayîn, divê ji bo kurdî jî heman qîmet bê dayîn”
Axaftvanên dawî yê paneelê Parlementer Serkan Ramanli jî Kurmancî û Tirkî axaftinek kir û li ser girîngîya zimanê dayikê sekinî. Ramanli wiha got, “Heta niha derfetek wisa tunebû. Îro nêzîkî 30 milyon kurd hene, lê zimanê xwe ji bîr kirine, dev ji kultira xwe berdane û asîmîle bûne. Mixabin sedema herî mezin dûrketina ji ziman e. Heger îro Wezareta Perwerdehiya Neteweyî derfetek çêkiriye ku em di dibistanên navîn de vê perwerdeyê bidin zarokên xwe, divê em vê perwerdeyê bi tevahî bikar bînin. Ez dizanim ku dersên hilbijartî tenê têra vî karî nakin. Lê derenceyan gav bi gav diçin. Ger em îro vê hembêz nekin, sibê em ê nikaribin tiştekî din bixwazin. Belê, çi qîmet li Tirkî hatibe dayîn, divê ji bo kurdî jî heman qîmet bê dayîn. Pêwîste kurdî di perwerde, saziyên fermî û jiyana civakî de jî cihê xwe bibîne. Mesela hinek, bi taybetî jî yên ku vê nêzîkatiya netew-dewletê û yekreng diparêzin, dipirsin wê çawa be, tenê zimanek heye, gelo çi hewcedariya Kurdî heye? Dibêje ev ê me parçe bike. Ew xelet difikire. Di van demên dawî de ji aliyê hevalekî me yê profesor ve lêkolînek hat kirin. Wî mînakên ji çar aliyê cîhanê berhev kirin. Wî li gelek welatan, ji Emerîka heta Kanada, ji Spanyayê heta Komara Afrîkaya Başûr, li ser pergalên perwerdehiya pirzimanî lêkolîn kiriye. Û ez tiştekî bibêjim? Yek ji wan nayê dabeş kirin. Zêdetir bûn yek, bêtir hilberandin û dewlemendtir bûn. Ne siruştî ye ku meriv herkesî yektîp bike. Ew ne tiştekî ku Rebbê me jê razî be.”
“Temamê meşên mezin bi gavekî dest pê dike”
Ramanli gotinên xwe wisa domand:
“Xweda li gorî fitreta herkesî reng u zimanekî daye. Pirzimanî û pirkultirî ne sedema parçebûnê ye. Sedema dilgermîya zêde ye. Ew derfeta bihêztirbûnê ye. Lê li vir nêzîkatiya yektîp heye mixabin, ev vîrusa ku ji şoreşa Fransî ve li me belav bûye, ev sedsal e ku hemî qewman wêran kiriye. Lê Xweda ji me re dibêje ku ez we weke bira xuliqandim. Ez we qewm qewm xuliqandim da ku hun bi qewmên din re hev du nas bikin. Ne ji bo pevçûn û şerkirinê. Elhemdulîllah Xweda me kirite birayê hev. Heger em li dijî fitratê tevbigerin, li dijî tiştên ku Rebbê me kiriye em bikin, em ê wek tiştên ku me li Tirkiyeyê jiyaye bi sed sal nerehetî, sed sal şer, sed sal kêmasî paşdemayîtî çêbibe. Tu hewceyîya me bi vana re tunebû. Emê hevdû nas bikin, qîmetê bidin hevdû. L pêşîya her tiştî emê qûmetê bidin xwe. Ger em qîmetê nedin xwe, xwedî li zimanê xwe dernekevin wê kî derkeve, wê kî qîmetê bide me? Ji ber vê yekê kesên ku li vê salonê ne bila heya 17ê Sibatê yanî heya Duşema hefta din di dibistana navîn de dersên bojarte hilbijêrin. Guh bidin vê bangê û kesên li derdora xwe jî hişyar bikin. Em dizanin gaveke biçûk e, lê temamê meşên mezin bi gavekî dest pê dike. Em wê gavê bavêjin û di mal û jiyana xwe ya civakî de jî zimanê xwe fêrî zarokên xwe bikin. Em bixwe jî bixwînin, fêr bibib, fêr bikin.”