Li derdora Nexweşxaneya Kemal Advanê cenazeyên 48 şehîdan hatin dîtin
Cenazeyên 48 Filistînîyên ku piştî êrîşên sîyonîstên îşxalker ser Xezzeyê li derdora Nexweşxaneya Kemal Advanê "bi awayekî bêserûber" hatibûn definkirin, hatin derxistin.

Cenazeyên 48 Filistînîyên ku piştî êrîşên berê yên hêzên îşxalker "bi tesadufî" hatibûn definkirin, li derdora Nexweşxaneya Kamal Advan a li bajarê Beyt Lahîya li bakurê Xezzeyê hatin derxistin.
Li gorî daxuyanîya ku ji teref Midûriyeta Parastina Sivîl a Xezzeyê ve hat dayîn, 22 cenazeyên ku ji goristanên li derdora nexweşxaneyê hatibûn derxistin hêj nehatine teşhîskirin. Hat ragihandin ku dê cenaze li Goristana Sultan a Beyt Lahîyê bên definkirin.
Herwiha termê Filistînîyekî ji bin kavilên mala malbata “Xetîb” ku li nêzîkî zanîngeha Îslamî ya bajarê Xezzeyê ye, hat derxistin.
Piştî ku îşxalkeran di Kanûna 2023an de Nexweşxaneya Kemal Advan hedef girt û gelek beşên wê îmha kirin, di Gulana 2024an de jeneratorên nexweşxaneyê jî hatin bombekirin û nekarîn bên bikaranîn. Di Kanûna 2024an de nexweşxane hat dorpêçkirin û xebatkarên tenduristîyê û nexweş bi zorê hatin derxistin. Ji ber êrîşan nexweşxane bi temamî ji xizmetê derket.