Derket holê ku endamên PKK’ê li Herêma Kurdistanê bi hezaran dikan şewitandin

Berdevkê Wezareta Navxweyî yê Iraqê Miqdad Mîrî ragihand ku kesên şewat li bazarên Kerkûk, Duhok û Hewlêrê derxistine PKKyî ne.

Derket holê ku endamên PKK’ê li Herêma Kurdistanê bi hezaran dikan şewitandin

Berdevkê Wezareta Navxweyî yê Iraqê Miqdad Mîrî derbarê şewata bazar û kargehên li Herêma Kurdistanê û Iraqê de daxuyaniyek da.

Miqdad Mîrî û Rêveberê Giştî yê Encumena Wezareta Navxwe yê Herêma Kurdistanê Dr.  Eymen Mîranî civîneke hevpar a çapemenîyê tertîp kirin. Mîrî di civînê de diyar kir ku li Herêma Kurdistanê bi hezaran dukan ji aliyê endamên PKKê ve hatine şewitandin.

Mîrî da zanîn ku 3 kesên ku di çarçoveya lêpirsînê de hatine girtin têkilîya wan  bi PKK’ê re heye û wiha got: “Yên ku niha li vir in ew kes in ku têkiliya wan bi PKK’ê re heye.  Di dawîya sala 2023yan û di destpêka sala 2024an de li Dihok, Kerkuk û Hewlêrê dikan hatin şewitandin.  Di encama lêpirsîna ku hat kirin de derket holê ku ev dikan bi qesdî hatine şewitandin.”

"Sûcdar sûcên xwe îtîraf kirin”

Mirî derheqê sedema derketina şewatê de wiha axivî: "Materyalên şewatê yên ku di nava paketên şîrînî an jî paketên cixareyê de diavêtin cihekî ku piştî demekê bişewite. Şewat di cih de derneket, piştî nêzî 10 saetan agir pê diket. Ji ber vê sedemê tîmên me yên pispor teknîk û teknolojiyên pêşkeftî li Herêma Kurdistanê û deverên din ên pêwendîdar bikar anîn."

"Mesûlê van bûyeran PKK ye"

Mîrî der barê bazar û kargehên ku ji teref PKKyîyan ve hatine şewitandin de ev agahî da: "Di 10'ê Cotmeha 2023'yan de hewl dan navenda bazirganiyê ya li Kerkûkê bişewitînin. Di 7'ê Nîsana 2024'an de careke din hewl dan ku navenda danûstandinê ya li Kerkûkê bişewitînin. Piştî van hewldanan Hewlêr kirin hedef. Bazara Lenge şewitandin.Li navenda Hewlêrê pazara Nîştîman şewitandin.  Di 5ê Gûlanê de dîsa li Hewlêrê Çarşîya Hewlêrê şewitandin.  Ekîbên me yekî şikdar digel maddeyên kîmyasal qefalt.  Di encama lêkolîna ku hat kirin de ew maddeya ku hat qefaltin di şewitandina bazaran de hatiye bikaranîn. Mesûlê van bûyeran PKK ye.”

"Armanca wan ew bû ku derbekê li berjewendiyên îqtîsadî yên welêt bixin"

Mîrî di berdewama axavtina xwe de got ku : “Weke hûn jî dizanin ew rêxistineke qedexekirî ne, armanca wan ew bû ku derbekê li berjewendiyên îqtîsadî yên vî welatî bixin, herwiha xwestin ku aramiya Kerkûk, Duhok û Hewlêrê jî têk bibin. Ew dîsa hewl dan li Bexdayê jî heman hewldanan bikin. Bi van kiryaran hewl dan bandorê li ser aborî û ewlekariya Herêma Kurdistanê bikin. Armanca wan bi şewitandina bazarên navborî bû sedema endîşeya xelkê.Ev tiştên ku hatin kirin tev li feydeya PKKê ne. PKKyî her wisa plan dikirin ku li welatên cîran jî heman tiştî bikin.”