'Em ê dîsa meseleyê di çarçoveya biratî û nirxên bawerîyê de binirxînin'

Parlementerê Entabê yê HUDA PARê Şahzade Demîr di civîna çapemenîyê ya ku li meclîsê tertîp kir de derbarê rojevê de nirxandinan kir.

'Em ê dîsa meseleyê di çarçoveya biratî û nirxên bawerîyê de binirxînin'

Yek ji wan mijarên ku Demîr derbarê wê de nirxandinan kir “Komxebeta Çareserîya Însanî ya ji bo Meseleya Kurd” bû.

Demîr di destpêka nirxandina xwe de got ku ji ber ku ew fikr û ramanên xwe anîne zimên hinek kes û derdoran heqaret li wan kirine, ew hedef nîşan dane, tehdît kirine û gotinên ku dê berberîyê têxin nava civakê kirine. Demîr dûre wiha li axavtina xwe zêde kir: “Encax em ê dîsa jî meseleyê di çarçoveya biratî û meseleya nirxên bawerîyê de binirxînin.Em naxwazin zimanê siyasetê bilewite. Em wek HUDA PARê her tim hewl bidin di çarçoveya bernameya xwe ya partîyê de li her der û her wextî siyaseteke bi prensîb bikin. Lê em dixwazin hemû kes vê yekê baş bizanibe: ger heqaret li me bên kirin, derheqê me de derew bên gotin, bêbextî li me bên kirin em ê li dijî van tiştan bêdeng nemînin û xwe muhafeze bikin.”