Qeter û Urdun ji astengîyên rejima îşxalker re bertek nîşan dan

Qeter û Urdun, îxlalkirina agirbest û astengkirina têketina alîkarîyan a ji Xezzeyê re ya ji teref rejima îşxalker ve şermezar kir.

Qeter û Urdun ji astengîyên rejima îşxalker re bertek nîşan dan

Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Karên Derve yê Qeterê ve hat belavkirin de hat îfadekirin ku rejima îşxalker bi astengkirina alîkarîyan bi zelalî peymanê îxlal dike û ev tişt ne li gorî hiqûqa însanî ya navneteweyî ye.

Di daxuyanîya ku hat îfadekirin, “Dewleta Qeterê, red dike ku bila xwarin wek çekê bê şixulandin û sîvîl bêne birçîhiştin.” De bang li civaka navneteweyî jî hat kirin ku bila ji bona ku alîkarî bighêje Xezzeyê bi lezgînî tevbigerin. Bal li ser piştgirîya Qeterê ku nayê guhertin jî hat kişandin.

Ji teref Wezareta Karên Derve yê Urdunê ve jî daxuyanîyek hat belavkirin û hat destnîşankirin ku ev biryara rejima îşxalker hiqûqa navneteweyî îxlal dike, ne li gorî Peymana Cenevreya ku di herbê de parastina sîvîlan darpêş dike ye.

Hat îfadekirin ku ev biryara ku peymana agirbestê îxlal dike ew ê li Xezzeyê bibe sedema hêrsekî mezin. Hat ragihandin ku bila di zûtirîn dem de dev ji ambargoya ku di meha Remezanê de tê kirin bê berdan.

Ofîsa Serokatîya rejima sîyonîst, daxuyandibû ku doh qaşo serokwezîrê sîyonîst Binyamîn Netenyahu, biryara sekinandina alîkarîyên ku dikevin nav Xezzeyê girtîye.