Serfermandarê Tûgayên Qessam Muhammed Daîf
Berdevkê Tûgayên Qessam Ebû Ubeyde, daxuyand ku Serfermandarê Tûgayên Qessam Muhammed Daîf û 6 fermandarên bi wî re şehîd bûne.
Ebû Ubeyde di daxuyanîya xwe de îfade kir ku bi tevî Daîf Merwan Îsa, Gazî Ebû Tamah, Raîd Sabît, Rafî Selame, Ahmed El-Gandur û Eymen Nevfell ku endamên Konseya Leşkerî ya Tûgayên Qessam in şehîd bûne.
Ebû Ubeyde, derheqê kengî û çawa şehîdbûne de tu agahîyek neda.
Sîyonîstên îşxalker, di 13ê Tîrmeha 2024an de îddîa kiribû ku ew di êrîşa li Xezzeyê kiribûn de kuştina Muhammed Deîf rast kirine.
Muhammed Daîf Kî Ye?
Fermandarê Tûgayên Îzzettîn El Qessam ê baskê leşkerî ya HAMASê Muhammed Daîf (Ebû Xalid), ji bîst salan zêdetire tenê carekî bi dengekî û dîmenekî derketîye holê. Xeyn ji payebilindên HAMASê tu kes wî nas nake. Rejima îşxalker ku ji serê wî re xelatek danîbû jî wî nas nedikir, tenê bi dîmenekî tarî wî nas dikirin.
Deîf ku navê wî yê rastîn Muhammed Dîyab Îbrahîm el-Misrî ye, di sala 1965an de li Xan Yûnisê, dema ku Filistînîyan li dijî rejîma îşxalker berxwedanê dane destpêkirin hatîye dinyayê.
Deîf, di sala 1965an de li Xan Yûnisê hat dinyayê, bi eslê xwe ji herêma El-Kabîbelîya rojhilata Eskalanê ye û zarokê malbatekî penaber e. Jiyana xwe ya perwerdehîyê li Xezzeyê di Zanîngeha Îslamê de kirîye, û di sala 1988an de lîsansa xwe temam kirîye.
Di ciwanîya xwe de beşdarî Cemaeta Birayên Misilmanan bûye, û dûre jî bi beşdarbûna HAMASê ketîye nav dowa Tevgera HAMASê. Di sala 1989an de di dema operasyona rejima îşxalker ku Şêx Ahmed Yasîn desteserkiribû de hat desteserkirin û 16 meh cazaya hefsê xwar. Piştî ku serbest hatîye berdan di damezrandina Tûgayên Îzzeddîn el-Qessam de rolekî muhîm girtîye.
Deîf ku li hember hevdîtinên Osloyê derket, di nav çalakîyên berxwedanê yên ku li Xezzeyê li hember sîyonîstan hatine tertîpkirin de wezîfe girtîye. Di sala 1996an de ket cîhê Yahya Ayyaşê ku di sûîqestekî rejima sîyonîst de şehîd bûye û bû serokê Tûgayên Qessam.
Di sala 2001an de ji teref Bireveberîya Filistînê ve bi zext û zordarîya Emrîka û rejima sîyonîst di nav malê de hatibû hefskirin encax di sala 2002yan de piştî şehadeta Salah Şehade derbasî ser baskê leşkerî ya HAMASê bû. Di demên dirêj de li ser sireya ewil a lîsteya yên ku tên lêgerînkirin a rejima sîyonîst de cîh girt. Di pevçûnên li Xezzeyê de navekî kilîd bû.
Rejima sîyonîst, sedcaran ji Muhammed Daîf re sûîqestan tertîp kir. Sûîqesta herî dawîn di sala 2020an de bi êrîşeke hewayî hatibû li dar xistin. Encax hatibû îddîakirin ku di êrîşên dawîn de canê xwe ji dest daye. (ÎLKHA)