Ewrûpa Yetîm Elî ji xwendekarên êtîm û sêwî re alîkarîya qirtasîyeyê kir

Sazîya alîkarîyê ya Navneteweyî Ewrûpa Yetîm Elî, bi armanca destekdayîna perwerdehîyê ya ji bo xwendekarên mihtac li navçeya Tersûsa Mêrsînê alîkarîya qirtasîyeyê kir.

Ewrûpa Yetîm Elî ji xwendekarên êtîm û sêwî re alîkarîya qirtasîyeyê kir

Ewrûpa Yetîm Elî ku li çar alîyê dinyayê ji bo malbatên mihtac fealîyetên alîkarîyê bikartîne, bi tevî alîkarîyên eynî û neqdî berîya vebûna dibistanê ji xwendekaran re jî xebatên alîkarîyê didomîne.

Berîya ku dibistan vebibin û di dema vebûna dibistanan de ji bona ku ji xwendekarên êtîm û sêwî re alîkarîya qirtasîyeyê bide  Ewrûpa Yetîm Elî xebatek bikaranît, bi wê xebatê li çar alîyê Tirkîyeyê li bajêr û navçeyan ji xwendekaran re alîkarîya qirtasîyeyê da destpêkirin.

Di vê çarçoveyê de Ewrûpa Yetîm Elî, destekên ku xêrxwaz dane wan li Tersûsê fealîyeta belavkirina amûrên qirtasîyeyê kirin.

Xwendekarên êtîm û sêwî, di çarçoveya fealîyetê de amûrên ku kîjan dixwestin hilbijartin û standin. Endamên Ewrûpa Yetîm Elîyê jî ji xwendekaran re bûn alîkar.

Temsîlkarê Rihayê yê Ewrûpa Yetîm Elîyê Ramazan Taşdemîr, ji ber ku xêra wan giştîye ji hemû xêrxwazan re teşekûr kir.

Xwendekarên êtîm û sêwî jî ji Ewrûpa Yetîm Elî re teşekur kirin. (ÎLKHA)