Muhammed Sûdan Xoce li ser gora xwe hat yadkirin

Muhammed Sûdan Xoce, di salvegera 11emîn a wefata xwe de di bernameya ku li Goristana Derîyê Mêrdînê ya Dîyarbekirê hat tertîpkirin de hat yadkirin.

Muhammed Sûdan Xoce li ser gora xwe hat yadkirin

Di bernameya ku malbat û hevaldozên wî jî beşdarî bûn de, endamê Sazîya Bireveberîya ÎTTÎHADUL ULEMAyê Mele Remzî Uçar axavtinek kir. Uçar di axavtina xwe de bang kir ku divê xwedî li mîrasa wî bê derketin.

Muhammed Sûdan Xoce ku temamê emrê xwe ji bo doza Îslamê feda kiribû û li herêmê jî rîspîyekî îrşad û mutefekkîr bû, di salvergera 11emîn a wefata xwe de li ser gora xwe bi rehmet hat yadkirin.

Ji bo xwedîdozvan Muhammed Sûdan Xoce ku 10 sal di zindanê de ma û di pêvajoya nexweşîna xwe de jî tu dem ji doza xwe tawîz neda, wek her sal vê salê jî di salvegera wefata xwe de bi bernameyê hat yadkirin.

Bername piştî nimêja esrê li Goristana Derîyê Mêrdînê ya Dîyarbekirê bi xwendina Quranê ku ji teref Ammar Zeren ve hat xwendin dest pê kir.

Piştî xwendina Quranê endamê Sazîya Bireveberîya ÎTTÎHADUL ULEMAyê Mele Remzî Uçar derheqê jiyan û micadeleya wî de axavtinek kir.

Uçar, di axavtina xwe de bal li ser amiltîya wî ya li ser îlmê kişand û got:

“Hinekan hene tenê îlmê dixweyînin, hinek hene wê îlmê rîwayet dikin û hinek jî hene wê îlmê bi jîyana xwe ji însanan re didin xwendin. Ji wan şexsîyetên biqîmet yek jî Muhammed Sûdan Xoceyê me ye. Ew îlmê, bi jîyana xwe ji însanan re da xwendinê û em jî îro ji vê îlmê re gelek mihtac in.”

Uçar di berdewama axavtina xwe de îfade kir ku Sûdan Xoce berê însanan dida mizgeft û xebatên mizgeftan, Uçar îfade kir ku ew di nav 20 salê de mîsyona mizgeftan ji wî hînbûne.

Uçar, “Muhammed Sûdan Xoce ji me re mizgeftê, menaya mizgeftê û mîsyona esrî seadeta Mescîdî Nebewî ya ku li Medîneyê hatibû lêkirin bi jiyan, fikr û micadeleya xwe da hînkirin. Bi encama vê xebata wî bi hezaran însan hînê kitêba Xwedê bûn. Xoceyê me bi jiyana xwe me da hînkirin ku Quran çîye û dersa Quranê tê çi maneyê.”

Mele Remzî Uçar destnîşan kir ku Sûdan Xoce hemû malê xwe jî di doza Îslamê de feda kir, divê em xwedî li mîrasa wî derkevin.

Mele Remzî: “Meseleya ku em li ser van şexsîyetan bisekinin ev e ku divê em bi çar destan xwe bi mîrasa wan re girê bidin. Jiyandin û jiyankirina vê mîrasê, rehtbûn û fedekarî ye. Rebbê min bila me ji wan însanên ku vê mîrasê dijîn û wî bîrva nakin bike.”