Li Xezzeyê hejmara şehîdan zêde bû û derket 37 hezar û 266 kesan

Hejmara wan kesên ku di qetlîama ku ji teref siyonistên îşxalker ve hat destpêkirin de şehîd dibin her ku diçin zêde dibin.

Li Xezzeyê hejmara şehîdan zêde bû û derket 37 hezar û 266 kesan

Ev bû zêdetirî 9 mehan ku siyonistên îşxalker û terorîst li Xezzeyê qetlîam û qirkirineke ku berî niha nehatiye dîtin dike û temamê dinyayê xwe li hember vê qetlîamê  kor û kerr û lal kiriye.

Wezareta Tenduristî ya li Xezzeyê, daxuyand ku di encama êrîşên 24 seatên dawîn de ji teref rejîma îşxalker ve hat lidarxistin de, 34 kes hatin şehîdkirin, 71 kes jî birîndar bûn.

Wezaret, ragihand ku bi tevî van şehîdan hejmarê şehîdan derket 37 hezar û 266yan, hejmarê birîndaran jî derket 85 hezar û 102kesan.

Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku hêj gelek kes di bin kavil û rêyan de ne, rejîma îşxalê de jî ambûlans û ekîbên parastina sîvîlan re îzîn nade.